Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma 2021-09-16 09:06:21 ŞIRNEX - Ji baxçeyê ku ji aliyê qeyûmê Cizîrê Faîk Arican ve di sala 2018’an de bi 4 milyon TL’yî hat çêkirin û timik di çapameniya alîgir de reqlama wî hat kirin tenê çop ma.  Qaymeqam û qeyûmê navçeya Cizîrê ya Şirnexê Faîk Arican, “Baxçeyê Tîkî yê Dîcleyê” ku di sala 2018’an de li taxa Konakê li qeraxê Çemê Dîcleyê bi 4 milyon û 126 hezar û 538,69 TL’yî çêkir riziya. Ronahiyên ku qeyûm li baxçe çêkiriye piraniya wan naxebitin û kokên gulên ku hatibû gotin we salik û 12 meh şîn bin jî hişk bûne. Ji ber hişkbûna gulan diwar reş bûne û banqên rûniştinê yên li qeraxê baxçe hatine danîn jî kes bîz nake li ser wan rûnê.     ÎHALEYA BAXÇE    Qeyûm Faîk Arican, li dijî mevzûatê baxçe bi usûla bazariyê îhaleya kiribû. Îhaleya ku hatibû diyarkirin maliyeta wê 4 milyon û 711 hezar û 812,45 TL’ye bi 4 milyon û 126 hezar û 538,69 TL’yî dewrî mutehîd Halît Adak hatibû kirin. Dema çêkirinê û piştî wê di çapemeniya alîgir de gelek caran nûçeya projeyê hatibû dayîn. Di nûçeyan de wêneyên qeyûm Arican hatibûn dayîn. Baxçeyê kut imik di rojeva AKP’iyan de bû jî niha bûye çop. Rexmî mesrefa ku lê hatiye kirin jî ji bo sererastkirinê tu xebat nayê kirin.    Kes naçe li baxçe rûnanê û lê nameşe.     MA / Mujdat Can