Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman 2021-09-16 09:06:22 WAN - Etar Abdullah Onar ku li Agiriyê bi dîmena xwe ya bi mîqrefonê zeman protesto dike bûye rojev, li Wanê jî ji aliyekî ve balê dikişine ser qrîza aborî û ji aliyekê ve jî bi rêbaza pevguhertinê dan û standinê dike.  Li navenda Agiriyê, welatiyekî bi mîqrefona di destê xwe de bi van gotinan “Dewlet li kudere, wezîr li kudere? Leblebiyê min beriya 3 rojan bii 9 TL’yî dikirî bûye 15 TL” serî li dijî qrîza aborî radikir. Dîmenen vî welatiyî di medya sanal de bûbûn rojev. Hat hînbûn vî welatiyê ku di medya sanal de gelek tê ecibandin Abdûllah Onar e û bi êtariyê debara xwe dike. Etar Abdûllah onar vê carê jî li Wanê derket holê.     PROTESTOKIRINA BI MÎQREFONÊ   Onar, bi mîqrefona xwe ya ku ji bo anonsê bi kar tîne hin caran bal dikişine ser qrîza aboriyê ya li welat û pê axaftinan dike. Onar, 15 sal in êtariyê dike û li bajarên cuda diğere. Li gundên ku diçê bi rêbaza pevguhertinê dan û standinê dike.  Onar, di mîqrefona xwe de hin caran bihayê çerezan dibêje hin caran jî li şûna bihayê çerezan bandora qrîza aboriyê ya ku desthilatê li welat ava kiriye vedibêje û protesto dike.    TERCÎHA BIZANEBÛN   Ji ber sedemên aborî Onar neçar dimîne ji navçeya Panosê ya Agiriyê koçîi Trabzonê bike û her çiqas li vir ji xwe re jiyanek ava bike jî naqedîne û careke din vedigere bajarê xwe. Onar, vê vegera xwe ya ku bûye sedema destpêkirina êtariyê wiha vedibêje: “Min li wir neqedand. Tenê ne ji bo qezençkirina pere ji bo ku bi gelê xwe re bijîm vegeriyam û dest bi vî karî kir.”   ŞERTÊ ETARIYÊ!   Onar ku ji bo pevguhertin ango firotina amûrên xwe derdikeve rê, pirsa me ya “Em diçin kuder?” bi bîrxistina şertê yekemîn ê êtariyê wiha dibersivîne: “Ne diyare ku êtarek bi kuderê ve biçe, rêya wî bikeve kur bi wê de diçe.” Onar, bêyî ku navnîşanekî diyar bike ber bi gundê navçeya Westanê ve ket rê.   USÛLA PEVGUHERTINÊ    Onar, li gundê Îşxanîgom ê Westanê wesayîta xwe da rawestandin û bi mîqrefona xwe anons kir ku çerez hatine. Piştî vê anonsê muşteriyên jin ên Onar dora wesayîta wî girtin. Onar, bihayê çerezan ên “bizam” yek bi yek vegot û muşteriyên wî ji ber bihabûnê gazind kirin û pê re dest bi bazariyê kirin. Onar ku usûla pêvguhertinê jî didomîne, jinekê arûngên hişkkirî dayê û çerezan jê girt. Hin jinan jî di berdila çerezan de hirî, penir û mast dan  Onar û dan û standina xwe temam kirin.    Onar ku serê sibehan dest bi karê xwe dike û heta saetên êvarê gund bi gund digere her roj direksiyona xwe ber bi gundekî cuda ve dişikîne û êtariyê dide jiyîn.    SERHILDANA ‘ZEMÊ’ YA ETAR    Onar, ji aliyekî ve çerezên xwe pev diguherîne û ji aliyekê ve jî pirsên me dibersivîne û qala destpêkirina şermezarkirina ‘zemê’ ya li Agiriyê dike. Onar, bi van gotinan qala serhildana xwe ya zemê kir: “Ez gund bi gund diğerim û çerezan difiroşim. Wê rojê min kiloya leblebiyan bi 9 TL’yan kirî. Roja din dema ku min xwest bikirim firoşkar got 7 TL zem hatiye ser leblebiyan û kiloya wan bûye 16 TL. Min kirî û dema ku ji bo firotina wan derketim gundan, gundiyan bertek nîşanî min dan û ji min re gotin, ‘tu şerm nakî her roj zem dikî’. Min jî van zeman protesto kir. Berî ku bi dest protestoyê bikim min ji polisan re got ku ez ê protesto bikim. Wan jî ji min re got tu dikarî bikî. Ez niha derdê xwe ji kî/ê re vebibêjim. Wê halê kesên ku nikarin bikirin çawa bibe? Mirov perîşan bûne. Gelek aciz bûbûm û min dest bi serhildanê kir. Zabite hatin xwestin min asteng bikin lê kesên li derdorê piştgirî dan min.”   MA / Dîndar Karataş