ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN 2021-09-16 09:00:46 *  Lêpirsîna nelirêtiyê ya 450 milyonî ya derbarê qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û koma wî de hatiye destpêkirin tam minaka beqanûniyê ye. Li gorî vê, rêveberiya qeyûm xala qanûnê bidek bi kar aniye, îhaleya xeyalî pêk aniye, karên nehatine kirine weke hatine kirin hatine nîşandan û girtek pêşî hatine amadekirin. * Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê pêk tê û amadekariyên ji bo hilbijartina Iraqê tên kirin û got: "Heger em dengê xwe baş bikar bînin, wê hêza me heye ku em bikaribîn rewşa siyasî biguherînin.”    * Etar Abdullah Onar ku li Agiriyê bi dîmena xwe ya bi mîqrefonê zeman protesto dike bûye rojev, li Wanê jî ji aliyekî ve balê dikişine ser qrîza aborî û ji aliyekê ve jî bi rêbaza pevguhertinê dan û standinê dike.   * Meryem Ganîdagli ku bi qehweya kizwanan a ji dapîra xwe hîn kiriye debara xwe dike, bang li jinan kir ku serxwebûna xwe ya aborî ava bikin.   * Ji baxçeyê ku ji aliyê qeyûmê Cizîrê Faîk Arican ve di sala 2018’an de bi 4 milyon TL’yî hat çêkirin û timik di çapameniya alîgir de reqlama wî hat kirin tenê çop ma.   * Abdullah Îçlî ku rexmî nexweşiyên xwe yên giran jî 10 salan girtî man, diyar kir ku polîtîkayeke taybet a dewletê li dijî girtiyên nexweş heye û ev tişt got: “BijîŞkê ku didît doz siyasî ye rast e rast digot, ‘temam tiştekî wî tune ye’.”   * Bizinên ku li navçeya Pasûrê ji aliyê dermalekaran ve tên tercîhkirin, ji ber xwedîkirina wan a li çiyayên bi hezaran metre bilind, gelî û daristanan zehmetiyên mezin bi şivanê xwe didin kişandin.   * Rûniştina doza derbarê 19 polîsên ku têkildarî Komkujiya Meydana Îstasyona Amedê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat tên darizandin wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Rûniştina doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku rewşa wî giran e û bi îdiaya di kuştina general Bahtiyar Aydin de cih girtiye wê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê were lidarxistin. (10.30-17.00)   ** Nûçegîhana ETHA'yê û werger Meşale Tolu û Endamê MYK'a ESP'ê Sûat Çorlû jî di nav de danişîna doza 27 kesan wê li 29'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Wê doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qubînê ya Êlihê dest dirêjî keça ciwan Îpek Er a 18 salî kiribû û bûbû sedemê mirina wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê bê dîtin. (14.00)   * Danişîna doza 2 zarokên ku bavê wan dest dirêjî wan kiribû wê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Anatoliyayê ya Stenbolê bê dîtin. (14.30)   * Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 192'an de didome.