Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir 2021-09-16 09:27:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di nav de heyeteke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re li Moskovayê hat gelhev.  Ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heyetek li paytexta Rûsya Moskovayê bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re hat gelhev. Buroya Çapemeniyê ya MSD'ê, têkildarî hevdîtinê diyar kir ku hevdîtin li ser daxwaza Rûsyayê pêk hatiye û hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bekdanov jî di hevdîtinê de cih girtine.    Hat diyarkirin ku hevdîtin baş derbas bûye û li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê, xebatên siyasî yên MSD'ê û sûcên Tirkiyeyê yên li dijî serweriya Sûriyeyê hatine nîqaşkirin.    Di îlona sala 2020'an de Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevdîtin pêk anîbû.