Li Amedê jinek hat kuştin 2021-09-16 10:29:24   AMED - Li navçeya Licê ya Amedê kesê bi navê Alî Fida hevjîna xwe Gurbet Fida kuşt.    Li gundê Fîsê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve jina bi navê Gurbet Fida ji aliyê hevjînê xwe Alî Fida ve hat kuştin. Piştî kuştinê kujer Fida li cendirmeyan geriya û îhbar kir. Fida yê ku hevjîna xwe kuşt, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.    Cenazeyê Gurbet Fida ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê.