Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin 2021-09-16 11:04:28 AMED - Gelek welatiyên ku li navçeya Licê pêkanînên DEDAŞ’ê şermezar kiribûn û polîsan mudaxileyî wan kiribû, bi serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Polîsan li navçeya Licê ya Amedê, bi ser malên welatiyên ku li dijî derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan derketibûn de girtin. Di serdegirtinên ku bi şev hatin kirin de, polîsan li malan demeke dirêj lêgerîn kirin. Gelek welatiyên ku di nava wan de Bayram Aygurt, Ferît Doman, Ferdî Erdînç, Reşat Taşdemîr, Arîf Bozkûş, Kadîr Doster û Yilmaz Şanli jî hene hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan tundî li kesên hatin binçavkirin kirine.    Polîsan duh li taxa Yenîşehîr a navçeya Licê ya Amedê mudaxileyî şêniyên taxê ku li dijî derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan a Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) derket, kiribûn. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrişî welatiyan kiribû û gule berdabûn hewayê. Welatiyan jî barikat avakiribûn û bi keviran bersiv dabû polîsan.