Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir 2021-09-16 11:13:38 ENQERE - Polîsan kesê bi navê Mehmet Laçîn anî ber Navenda Giştî ya HDP’ê da ku jê re kon vekin. Parlamenterên HDP’ê bi dirûşmên “Polîs kujeran diparêzin” û “Hûn nikarin kujerê Denîz Poyraz bînin” bertek nîşanî polîsan dan.  Kesê bi navê Mehmet Laçîn li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi îdiaya “HDP’ê zarokek wî biriye çiyê” polîsan pê nobet dida girtin. Polîsan vî kesî anî ber Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê û xwestin li ber avahiyê jê re kon vedin. Duh bi vî Mehmet Laçîn li ber Meclîsê û Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî dabûn kirin. Vê sibehê jî anîn ber avahiya HDP’ê.    Polîsan serê sibehê kuçeya navenda partiyê dorpêç kirin. Vê sibehê parlamenter û rêveberên HDP’ê ji li avahiya xwe ji bo deklarasyona wê di 27’ê îlonê de eşkere bike civiyan.    ÇAVDÊRÊ KUŞTINA DENÎZ POYRAZ BÛ    Polîsan ji HDP’iyan xwest ji bo Laçîn wesayîtên xwe rakin û parlamenter bikevin hundir. Parlamenterên HDP’ê bi van gotinan bertek nîşanî polîsan dan: “Hûn nikarin qatilên Denîz Poyraz bînin vir. Wextê ku Denîz Poyraz hat qetilkirin, vî zilamî notirvaniyê dikir. Polîs wî diparêzin.”    Li avahiya HDP’ê pankartê Denîz Poyraz hat daliqandin.    Di vê navberê de polîsan mudaxileyî parlamenterên HDP’ kir.    Kesê bi navê Mehmet Laçîn bi parastina polîsan dixwaze daxuyanî bide.    Parlamenterên HDP’ê bi berzkirina dirûşmên “Qatil bicehime” û “Denîz Poyraz nemir e” destûr nade ku daxuyanî were danîn.