Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir 2021-09-16 11:36:17 AMED - Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a ku bi salan ji bo cenazeyê zarokên xwe bibîne têkoşiya, jiyana xwe dest da. Dayika Hayriye li cem kurê wê Fahrettîn Dogan ku wê bi destê xwe gora xwe koland hat veşartin.  Dayika Aştiyê Hayriye Dogan (82) ku nîvê temenê wê bi berxwedan û têkoşîna azadiyê derbas bû, ji ber nexweşîna penceşêrê vê sibehê li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê dayika Hayriye rakirin mizgefta Goristana Yenîkoyê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê wê bi beşdariya ferdên malbatê, hezkiriyên wê û dayikên aştiyê li Goristana Elîparê hat veşartin. Dayika Hayriye bi destê xwe li kêleka gora lawê xwe Fahrettîn Dogan ê di sala 1997’an de jiyana xwe ji dest dabû kolandibû û wê li vê gorê veşartin.    Ji bo dayika Hayriye wê şîn li Mala Şînê ya Gola Gulê ya li navçeya Rezanê were danîn.    BI SALAN LI CENAZEYÊN ZAROKÊN XWE GERIYA    Dayika Hayriye dayika 9 zarokan bû. Sê zarokên wê (Fahrettîn, Abdulkadîr û Mehmet Alî) di demên cuda de tevlî PKK’ê bûn. Zarokên wê di navbera salên 1996 û 1997’an de jiyana xwe ji dest dan. Dayika Hayriye li gorên zarokên xwe geriya. Ew her tim li ser gora lawê xwe Fahrettîn bû. Li kêleka gora lawê xwe bi destê xwe gora xwe koland û wesiyeta wê ew bû ku li kêleka lawê xwe were veşartin. Ji bo bîranîna her sê lawên xwe kolyek çêkiribû û wêneyên her sê zarokên xwe tê de bicih kiribû û qet ji stûyê xwe dernedixist. Dayika Hayriye bi salan di çalakiya xizmên windayan de ku li Amedê tê lidarxistin, cih girt û xwest aqûbeta windayan diyar bibe û kujer werin darizandin. Wê di her axaftin û hevpeyvînên xwe yên ji bo rojnamevanan her tim digot ji bilî êşê tu tiştek nayê bîra wê.