Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû 2021-09-16 11:58:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyên nasname û belgeyên esker Sezaî Gungor ê di dema şerê li herêma Zapê de xwest teslîmî HPG’ê bibe ji aliyê hevalên xwe ve hat kuştin, hatin aşkerekirin.    Operasyona Tirkiyeyê ku di 23’yê Nîsanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin didome. Di operasyona ku ji hem hewayî hem jî bejahiyê didome de heta niha gelek esker û cerdevanan jiyana xwe ji dest da. Nûçeyeke ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de ci digire careke din pirsa “Windahî tên veşartin?” anî rojevê.    AGAHIYÊN NASNAMEYA ESKERÎ   Li gorî nûçeya ANF’ê, beriya hefteyekê di şerê li herêma Zapê derket de eskerê bi navê Sezaî Gungor ê bi ser nifûsa Wanê qeyd kiriye xwest teslîmî HPG’iyan bibe. Lê ji aliyê hevalên xwe ve hat kuştin. Di nûçeyê de wêneyên nasname, teçhîzata eskerî û hin belgeyên aydê Gungor jî hatin parvekirin.    Li gorî belgeyan Sezaî Gungor 29’ê adara 1993’yan de li navçeya Payîzava ya Wanê ji dayîk bûye. Navê dayîka wî Nurten, navê bavê wî Siddik e û bi hejmara hemwelatiyê ya 15383923150 li Tirkiyê qeyd kiriye. Lê malbata Sezaî Gungor bi salên dirêj e, li navçeya Karasû ya Sakaryayê rûdinin.    Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê jî têkildarî bûyerê di 10’ê îlonê de daxuyanî dabû û aşkere kiribû ku Gungor ji aliyê eskerên li herêmê ve hatiye kuştin.    SAZIYÊN FERMÎ  BÊDENG IN   Li aliyê din heta niha saziyên berpirsyar têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane. Di lîsteya eskerên hatine kuştin a Wezareta Parastinê de derbarê Sezaî Gungor de tu agahî nînin.    BÛYERÊN WEKE HEV   Beriya niha jî bûyerên weke vê hatibûn rojevê. Derketibû holê ku Çawişê Pispor Mehmet Can ê di 9’ê cotmehê de di şerekî li Şirnexê derketibû de hatibû kuştin bu du merasîmên cuda bi awayekî bêdeng hatibû veşartin. Can ê weke “şehîd” nehatibû îlankirin û navê wî bi tu awayî di qeydan de cih negirtibû û çapemeniya Tirkiyê de nehatibû parvekirin pirsa “Windahiyên eskeran tên veşartin?” anîbû rojevê.    Dîsa Çawişê Pispor ê bi navê Okan Arinan ê di 17’ê mijdarê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû kuştin jî bêdeng hatibû definkirin. Çapemeniya herêmî ji bo Arinan ê li Eskîşehîrê hatibû veşartin ewil “şehîd” pişt re jî gotibû “vefat”.