Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-09-16 13:33:16 EDENE - Nivîsên nijadperest ên li navçeya Seyhanê li derenceyên dibistanekê hatibûn nivîsin hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin. Derbarê nivîsên nijadperest ên li derenceyên Dibistana Navîn a Sala 125’emîn a li Taxa Onûr a navçeya Seyhana Edeneyê hatibûn nivîsin de lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî ku ajansa me mijar anî rojevê, di çarçoveya lêpirsîna îdarî ku Walitiya Edeneyê û Midurtiya Perwerdehiya Netewî ya Bajêr dabû destpêkirin de nivîs hatin jêbirin û derbarê midûrê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Hin nivîsên li derenceyên dibistanê hatibûn nivîsîn wiha bûn: “An bi tirkî biaxive an jî bêdeng be!” , “Gotina tirk tê wateya tirkî” , “Kemasiyeke tirkî nîne, ya we?” , “Kesê zimanê xwe winda bike welatê dê welatê xwe winda bike” , “Bila tirkî zimanê we ne lewitîne”