Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze 2021-09-16 15:15:22   EDENE - Rexmî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku ji nû ve hat darizandin nehat berdan. Ozkan ji ber pirsgirêka bihîstinê nikaribû parastina xwe bike, gardiyanan rewşa wî wiha anîn ziman: "Nikare we fêm bike û bibihîze."   Li navçeya Licê ya Amedê, ji ber kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin  a di 22'ê cotmeha 1993'an de cezayê muebbetê li girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî hatibû birîn. Di çarçoveya ji nû ve darizandinê de danişîna Ozkan li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê hat dîtin. Ozkan, ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û parêzerên wî Yakûp Ataş û Tûgay Bek jî li danişînê amade bûn. Ji ber ku pirsgirêkên bihîstin û fêmkirinê dijî Ozkan nikaribû parastina xwe bike. Li ser pirsa serokê dadgehê, gardiyanê li cem Ozkan ev bersiv da: "Nikare we fêm bike û bibihîze."   Parêzerên Ozkan jî di danişînê de mafê axaftinê girtin û xwestin ku rewşa Ozkan a tenduristiyê li ber çav bê girtin û daxwaza berdana wî kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û angaşt kir ku Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin nehatiye bidawîkirin.    Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Ozkan da û danişînê taloqî 21'ê kanûnê kir.