Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin 2021-09-16 16:16:00   AMED - Di doza 5'ê Hezîranê ya êrişa DAIŞ'ê de ku 4 kesan têde jiyana xwe ji dest dabûn û 210 kes jî birîndar bûbûn de 2 jê midurên emniyetê ji 10 polisan re cuda cuda heta salekê ceza hat xwestin.    DAIŞ'ê, 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mitînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê êrişeke bombeyî pêk û di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 210 kes jî birîndar bûn. Bi sûcdariya ku "peywira xwe xerab bi kar anîne" derbarê 14 polisan de doz hatibû vekirin. Danişîna polisan li 14'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Amedê hat dîtin û polisên bersûc, parêzerên xwe û parêzerên kesên ku di êrişê de xesar dîtibûn  tevlî danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya derbarê esasê de pêşkêş kir û bi hurgûlî qala pêvajoya berî û dema êrişê kir. Dozger, di mutalaayê de destnîşan kir ku heke li gorî usûlê lêgerîna bihata kirin wê pêşî li êrişê bihata girtin û 2 jê midurên emniyetê ji 10 polisan re cuda cuda heta salekê ceza xwest.