Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin 2021-09-16 18:26:05   SÊRT - Dozger xwest çawîşê pispor Mûsa Orhan ku tecawizî Îpek Erê kiribû û ji ber vê Îpek Erê xwe kuştibû, bê girtin û cezakirin. Heyeta dadgehê daxwaza dozger red kir.    Danişîna 4'an a doza bi tawanbarîa "destdirêjiyê" yya derbarê çawîşê pispor Mûsa Orhan ku li Sêrtê dest dirêjî Îpek Erê kiribû û ji ber vê Îpek Erê xwe kuştibû, li Dadgeha Cezayê Giran a Yekê ya Sêrtê hat lidarxistin. Malbata Îpek Erê û parêzerên wê, Baroya Sêrtê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, tevli danişînê bûn. Li dora edliyeyê û hundirê wê tevdîrine zêde hatin girtin û destûra rojnameyan nehat dayîn ku têkevin hundirê edliyeyê   Doz bi parastina dozgean dest pê kir. Paşê dozger mutalaa berpêş kir û xwest Orhan bê girtin û cezakirin. Lê belê heyeta dadgehê, piştî parastina parêzeran biryara xwe aşkere kir û biryar da ku Orhan bi awayekî negirtî bê darizandin.