Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe 2021-09-17 09:02:07 STENBOL - Îsmaîl Hiz ku piştî pêşketina teknolojiyê dev ji xeratiyê berda û niha tenê ji bo zarokan pêlîstokan çêdike, diyar kir ku eleqeya ji bo destkariyê kêm bûye.  Bi pêşketina lezûbez a teknolojiyê re eleqeya ji bo hin pîşeyan kêm dibe. Yek ji van pîşeyan jî xeratî ye. Îsmaîl Hizê ku li Hevraza Tophane Kumbaraci ya Beyoglû ya Stenbolê ji zarokatiya xwe ve dest bi xeratiyê kiriye, piştî eleqeya ji bo pîşeya wî kêm bûye dev jê berdaye. Hizê 71 salî niha tenê ji perçeyên biçûk ên daran ji bo zarokan pêlîstokan çêdike.    DILDARÊ PÎŞEYA XWE YE   Hiz, bilêv kir ku bavê wî ev sinhet rê wî daye û got: "Qet nehat bîra min ku sinhetekî din bikim. Ji lew re dildarê vê pîşeyê me. Heya karibim ez ê bikim." Hiz, diyar kir ku berê karê wî baş bûye, lê niha tenê ji bo xwe eware bike tê dikanê û got: "Êdî tenê kar marine biçûk dikim. Carinan kar û barên telebeyên zanîngehê çêdibe, tên cem min û ez jî alîkariyya wan dikim. Ev jî dilê min xweş dike."    Hiz, da zanîn ku heya niha 6 şagirt li ber destê wî hînî vî sinhetî bûne, lê ji wan tenê yyek jê vî karî dike û got: "Ez wisa difikirim dê di pêş de ev sinhet nemîne. Nifşê nû vî karî nake. Gelek destkarî bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji ber ku kesên van karan dikin pir nemane hoste jî kêm bûne. Jiholêrabûna vî sinhetî ji bo min cihê xemgîniyê ye."    Hiz, diyar kir ku fiyetê pêlîstokên ku niha çêdike ji bo wî ne muhîm e û got: "Li gor dilê xwe, çi ji dilê wan bê didin. Hem kesên xwecihî hem jî biyanî pêlîstokan dikirin."