Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin 2021-09-17 09:05:53 ENQERE - Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Kaveh Hassanpour ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û ji ber zext û zoriyan j bêgavî terka welatê xwe kiriye, da zanîn ku ji sala 2017'an heya niha 14 jê siyasî 22 girtiyên kurd bi îşkenceyê hatine kuştin û ji sala 2018'an heya biha jî 20 girtiyên kurd hatine daliqandin.  Li Îranê di 17'ê Tîrmehê da aktivîstê kurd Yaser Mangouriyê 31 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin û paşê bi îşkenceyê hatibû kuştin. Piştî kuştina Mangourî, îşkence, muamelea xirab, zext û zorî û darvekirinên li Îranê cardin bûn rojev. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wî li Norwecê ye û bi taybetî zextên li ser kurdên Îranê ji sala 2016'an ve kirine rapor, daneyên di dest xwe da û tiştên diqewimin bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.    Endamê Desteya Rêvebir a Hengawê ku di Cotmeha 2016'an de ji hêla komeke aktivîstên mafên mirovan ve hat avakirin, Kaveh Hassanpour, anî ziman ku li gel mafên mirovan ên li Kurdistan û Îranê, binpêkirinên mafên jinan ên li nav malê û jiyanî jî dişopînin. Hassanpour ku ew bi xwe jî hatiye îşkencekirin, hatiye girtin, cezayê darvekirinê lê hatiye birin û ji ber vê ji bêgavî ji Îranê reviyaye, anî ziman ku dewlet malbata wî jî tim nerihet dike. Hassanpour ku li ofîsa rêxistinê ya li Kurdistana Federe dixebite, anî ziman ku xebatên wan ne girêdayî tu partî û rêxistina ne.    Hassanpour destnîşan kir ku desteyên daraz û îdareyê yên Îranê bi awayekî sîstematîk mafên mirovan binpê dikirin, nexasim jî raporkirina agahiyên derbarê girtiyên siyasî da pir zehmet e û pirî caran hikûmet nahêle parêzerên girtiyan bi xwe jî rewşa wna bişopînin.    QANÛN TÊN BINPÊKIRIN    Hassanpour bal kişand ser şert û mercên girtiyên siyasî jî û got: "Dikarim vê bibêjim, bi taybetî li Îranê şert û mercên ku girtiyên siyasî û bîrdozî tê de dijîn, ne şert û mercine mirovî ne. Ez behsa mirovên ku di warê siyasî û dînî da ne bi polîtîka û helwestên hikûmeta Îranê re ne dikim. Hikûmeta Îranê bi bêedaletî nêzî girtiyên siyasî û bîrdozî dibe û mafên wan ên herî mirovî binpê dike."    Hasanpour ku got hikûmeta qanûnên xwe binpê dike, anî ziman ku li gor daneyên di dest wan da ji sala 2017'an heya niha 14 jê siyasî herî kêm 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin.    GIRTIYÊN SIYASÎ   Hassanpour, bibîr xist ku hikûmeta heyî li gor mekanîzmayan tevnagere, guh nade hişyariyên civaka navneteweyî û portsetoyên gel ên di vî warî da esas nagire û got: "Gava hûn dipirsin, eynî wekî welatê we çawa tê îdiakirin rojnamevanekî girtî jî tune yeî li hikûmeta Îranê jî derpêş dike ku tu girtiyên siyasî tune ne. Lê îstatîstîkên me vê yekê pûç dikin. Hikûmeta Îranê bi temamî deriyên xwe ji Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re girt. Îran nahêle daxilî nav sînorê wê bibe. Ev jî pêkanîneke dijqanûnî ye. Di vê pêvajoyê de gelek girtiyên siyasî, girtiyên kurd bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin û darvekirin. Li gor îstatîstîkên Hengawê di sala 2018'an de herî kêm 13 girtiyên siyasî yên kurd, di sala 2019'an de 3 girtiyên siyasî yên kurd û di sala 2020'î de 4 girtiyên siyasî yên kurd û îsal jî heya niha herî kêm girtiyekî siyasî yê kurd hatine darvekirin."    MANGOURÎ BI ÎŞKENCEYÊ HAT KUŞTIN    Hassanpour derbarê aktivîstê kurd Yaser Mangorurî yê 31 salî ku ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin û bi îşkenceyê hat kuştin, jî axivî. Hassanpour, diyar kir ku di demên dawî de li Îranê mirina bi îşkenceyê pir zêde bûye û got: "Demek berê aktivîstê kurd ê îranî, Yaser Mangouriyê 31 sal, piştî du mehên binçavkirinê yên li Girtîgeha Urmiyeyê, ji aliyê îstixbarata Îranê ve bi îşkenceyê hat kuştin. Hê jî cenazeyê wî radestî malbatê nekirine. Em wis atexmîn dikin ku dê zûzûka defin bikin. Ev tişt jî pir çêdibe. Ji bo neyê fêmkirin bi îşkenceyê hatiyye kuştin wisa dikin. Ji bo serwîsa îstixbaratê ya Îranê neyê darizandin, ji bo Mangourî gotin di şer de jiyana xwe ji dest daye. Mangourî bêçek bû. Şeva 17'ê Tîrmeha 2021ê bêçek hat girtin û wî şandin navendeke binçavkirinê ya Urmiyeyê. Di dema binçavkirinê de nehiştin parêzer biçin cem wî. Malbata wî nehat serwextkirin. Û taliyê bi îşkenceyê hat kuştin."    GEFXWARIN   Hassanpour, destnîşan kir ku hemû kesên li ber rejîmê li ber xwe didin gef li wan tên xwarin û got: "Ev rewş li Kurdistanê cudatir e. Wekî tê zanîn li gelek partiyên li Kurdistana Îranê hatine avakirin, bi salan e li dijî pêkanînên paşverî yên Îranê li ber xwe didin û têdikoşin. Piranîya girtiyên siyasî yên kurd ku tên îşkencekirin endamên van partiyan e yan jî sempatîzanên wan in. Hejmara wan ji ya girtiyên siyasî yên ne kurd pirtir e."    Hassanpour, bal kişand ser dema binçavkirinê ya li Îranê jî û destnîşan kir ku li Îranê dema binçavkirin bi tena serê xwe binpêkirineke mafan e. Hassanpour got: "Li Îranê prosedura demborî ya binçavkirinê, li gor cureya sûc diguhre. Saziyên ewlehiyê biryara dema binçavkirina kes didin. Ev jî tê wateya ku çi qasî bixwazin ew qasî di binçavan de dihêlin."    BANGAWAZΠ   Hassanpour ji bo rewşa li Îranê bang li civaka navneteweyî kir û got: "Em rêxistineka mafên mirovan a serbixwe ne. Jiyana hevpîşeyên me yên li Kurdistana Iraqê di talûkeyê de ye. Demildest divê li ser vê mijarê bê sekinandin. Ji aliyê Ettelaatê rêxistina îstixbaratê ya Îranê ve gelek caran bi mirinê gef li wan hatin xwarin. Malbatên wan jî. Niha pêşaniya me ya herî sereke, em wan bi xelasê bixin. Ji xeynî vê di warê aborî de jî pirsgirêkên me hene. Em bang li Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê û saziyên navneteweyî yên din dikin ku hem di warê parastina jiyana hevpîşeyên me hem jî di warê parastina mafên mirovên li herêmê de çi maddî çi manewî alîkariyê bikin."    KAVEH HASSANPOUR KÎ YE?    Rojnamevan, aktivîstê mafên mirovan û Endamê Desteya Rêvebir a Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Kaveh Hassanpour, di 6'ê Kanûna 2009'an de ji aliyê Pasvanên ŞOreşê ve hat girtin. Dadgehê li Hassanpour bi kefareta 4 hezar dolarî cezayê darvekirinê birî. Hassanpour ku 27 rojan di hucreyê de ma û hat îşkencekirin, paşê bi dayîn kefaretê hat berdan. Di 2010'an de bi sûcê "endamtiya partiyên muxalif ên kurd" 18 meh cezayê hepsê lê hat birîn û li ev ceza ji aliyê dadgeha temyizê hat zêdekirin, bû 3 sal û 6 meh. Hassanpour, di sala 2010'an de ji ber zext û zoriyên dewleta Îranê ji bêgavî ji welêt derket. Ji roja ku terka welêt kiriye heya niha dewlet tahdeyê li malbata wî dike.    MA / Gozde Çagri Ozkose