Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît 2021-09-17 09:05:57 MÛGLA - Dadgeha Îsinafê, îttîraza ku ji bo cezayê pere û cezayê girtîgehê yê li 7 kesên nîjadperest ên li navçeya Seydîkemerê bi zorê peykerê Ataturk bi Îbrahîm Çay dabûn maçîkirin û ew linç kiribûn, hatibû birîn û hatibû kirin, red kir û biryaran “guncav” dît. 15’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê, cezayên ku li 7 kesên nîjadperest ên li navçeya Seydîkemer a Mûglayê, welatiyê bi navê Îbrahîm Çay linç kiribûn û peykerê Ataturk bi zorê pê dabûn maçîkirin, guncav dît. Di 8’ê îlona 2015’an de li taxa Kûmlûova ya Seydîkemerê komeke nîjadperest ku ciran û hevalên wî yên kar jî di nav de bi hinceta parvekirina bikincên herêmî êrişî welatiyên bi navê Îbrahîm Çay kiribûn. Komê kincên li ser Çay xetandibûn, ew lînç kiribûn, peykerê Ataturk bi zorê pê dabûn maçîkirin û xwestibûn ku wî bi ben daleqînin.    ÎTTÎRAZÊ NEHAT QEBÛLKIRIN   Piştî demekê parêzerên Çay, giliya rewşê kirin û xwestin leşker û karmendên cemaweriyê yên ku di bûyerê de îhmala wan heye bên cezakirin. Serdozgeriya Komarê ya Fethiyeyê, di hezîrana 2016’an de derbarê 16 kesan de biryara “cih ji peyketinê re tune ye” da. Li ser vê parêzeran bi daxwaza ku gumanbar bi sûcdariya “îşkence, heqaret, destnedana avahiyê, ranegihandina sûc a peywirdarê cemaweriyê, bikaranîna nebaş a peywirê û hewldana kuştina qestî” bên darizandin îttîraza biryarê kir. Dadgeriyê îttîrazê red kir.    CEZA LI ÇAY BIRÎN   Dozgeriyê, tenê derbarê Hakan Tosûn, Mehmet Alî Yîgîter, Caner Şîrîn, Çagatay Şîrîn, Îlker Avci, Sebahattîn Ûslû û Selahattîn Ûslû ku di nav koma êrişkar de cih girtibûn de bi sûcdariya “binpêkirina destnedana avahiyê” , “ji holê rakirina azadiya kes” û “birîndarkirina hêsan” dozname amade kir. Derbare Çay de jî bi angaşta “Propagandaya rêxistinê” doz vakirin. Dadgehê, bi hinceta ku piştî bûyerê “gef” li erişkarê xwe Hakan Tosûn xwariye 5 meh ceza li Çay birî.   CEZAYÊ MÎNA XELAT!   6’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Fethiyeyê, di 15’ê mijdara 2018’an de 7 bersûcan ji sûcê “destnedana avahiyê” beraet kir. Dadgehê ji ber sûcê “ji holê rakirina azadiya kes” li her heft kesan cuda cuda 3 sal û 4 meh ceza birî. Dadgehê, ji ber sûcê “birîndarkirina hêsan” jî li her heftan cuda cuda 11 meh û 20 ceza birî û vî cezayî veguherand cezayê pere yê edlî yê 350 rojî. Dadgehê, bi hinceta ku beriya sûcê kirine tevlî tu sûcî nebûne cezayê 3 bersûcan taloq kir. Dadgehê cezayê edlî yê 350 rojî ku li 4 kesan birîbû jî weke 7 hezar TL’yî diyar kir û biryar da ku bi 24 texsîtan bê razandin.    WEZARET: LÊPIRSÎN BIBANDIR HAT KIRIN   Parêzerên Çay, taloqkirina ceza îttîraz krin. Ji ber ku îttîraza wan hat red kirin serî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Wezareta Edaletê, derbarê bûyerê de angaşt kir ku tu kêmasî nemaye û lêpirsîneke bibandor hatiye kirin. Wezaretê mudaxaleya leşkeran a piştî çend saetan jî paşguh kir.    REDKIRINA ÎSTÎNAFÊ   Hem parêzerên Çay hem jî parêzerên bersûcan biryara dadgeha herêmî birin Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê. 15’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê, di 25 hezîranê de biryarên dadgeha herêmî “guncav” dît û serlêdanan red kir. Daîrê, îttîraza ji bo beraetkirina 7 kesan ji esasê red kir.    Li ser vê parêzerên Çay li dijî biryarê careke din serî li AYM’ê dan.    MA / Gokhan Altay