Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin 2021-09-17 11:33:40 SILÊMANÎ - Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, di encama êrîşek çekdarî a tê texmînkirin ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, jiyana xwe ji dest da.  Êrişên Tirkiyê yên li ser axa başûrê Kurdistanê û kesayetên kurd berdewam dike. Li bajarê Silêmaniyê welatparêz û şoreşgerê kurd Yasîn Bulut bû hedefa êrişê. Li gorî nûçeya RojNewsê; Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, bû hedefa guleyan.    Bulut îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ya Silêmaniyê dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Bulut jiyana xwe ji dest da.    Piştî êrişê polîs hatin cihê bûyerê û cenazeyê Bulut rakirin Saziya Tiba Edlî.   Tê gotin ku êriş ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.    YASÎN BULUT KÎ YE?   Yasîn Bulut di sala 1957’an de li bajarê Qersê yê BakUrê Kurdistanê ji dayîk dibe, di sala 1978’an de PKK’ê nas dike û tevlî dibe. Di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan de tê girtin û li Zindana Amadê dimîne. Bulut li vir wek her girtiyekî bi sepanên hovane re rûbirû dimîne. Di sala 1991’an de ji girtîgehê derdikeve û derdikeve çiya û 15 sal in Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê ye.