Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin 2021-09-17 15:12:30   AMED - Li Amedê di wesayîta polîsa bi navê Emîne E. de 4 kîlo û 600 gram tiryak hat girtin.     Di wesayîta polîsa bi navê Emîne E. de, ya ku diçû navçeya Licê ya Amedê 4 kîlo û 600 gram tiryak hat girtin. Tîmên polîsan ên ji Emîne E. ya li pey wesayîta kirê kir ku Serdar K. (30) û Mazlûm Y. (31) tê de bûn diçû, şopandin. Polîsên ku demekê wesayît şopandin, her du wesayît saet di 23.00'an de li taxa Kokûlûpinar a navçeya Karazê sekinandin. Di lêgerîna wesayîta polîsa jin de 4 kîlo û 600 gram esrara toz, di lêgerînên wesayîta duyê de jî 70 hezar lîre pere hatin girtin.    Polîsan Emîne E., Serdar K. û Mazlûm Y. bi sûcê “Hilberîn û bazirganiya tiryakê kirin” binçav kirin.    Hat hînbûn ku Emîne E. di îfadeya xwe ya ewil de wiha gotiye: “Di destê wan de dîmenên min ên naveroka wan zayendî hebûn, ji ber vê yekê ji bankayê bi gefan kredî bi min dan kişandin. Kesê bi navê Serdar K. ji bo ku ez bêm Licê bi wan dîmenan gef li min xwar. Ji ber ku min nezanî wê tiryakê bibin, ez mecbûr mam bi wan re biçim.”