Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin 2021-09-22 09:07:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên  Mexmûrê bertek nîşanî êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser Mexmûrê dan û gotin: "Mafê tu kesî tune ye ku bi dengê bombeyan zarokên me ji xewê şiyar bikin."  Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose di êrîşekê de hatibû kuştin. Piştî vê bûyerê  wargeha Mexmûrê careke din bûbû hedefa êrîşan û asayîşa PDK'ê jî ew dorpêç kiribû. Wargeha ku nêzî 2 sal in di bin dorbêçê de ye, mafên wê yên mirovî hemû tên binpêkirin. Ji xeynî dorpêçê di 4 salên dawî de li hemberî Mexmûrê 6 caran êrişên hewayî pêk hatin. Di van êrişan de jî 12 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. Di êrişa herî dawî de tu birîndar û mirî çênebûn, lê lê ziyaneke maddî ya zêde çêbû. Her wiha dengên bombeyan bandoreke mezin li zarokên kampê dike û wan ditirsînin.    Şêniyên Mexmûrê têkildarî êrişên li ser kampê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.    'ÊRIŞEKE HOV BÛ'    Şêniya Mexmûrê Ayten Bûlût, behsa roja ku bûyer qewimî kir. Bûlût, bilêv kir ku tu mafekî dewleta tirk tune ye ku êrişî wan bike û got: "Di sala 94'an de mal dihatin bombabarankirin, niha jî parqên zarokan tên bombebarankirin. Bûyera ku herî dawî li ser wargehê pêk hatî nayê qebûlkirin. Ew cihê ku hatiye bombabarankirin sêgoşeya vê taxê ye û cihê ku zarok lê dizlîzin. Heta derengê şevê zarok li vir dilîzin. Zarok li wir xwe rehet hîs dikin û li wir lîstîk dileyzin. Heger bûyer êvarê yan jî piştî nîvro bûna, wê komkujiyeke mezin çêbûbûna. Her tim dixwaze tahdê li me bike. Wê serê sibehê em hemû di xew de bûn. Di wê saetê de mafê tu kesî tune ye ku li deriyê kesekî bixe. Lê di wê saetê de bombardiman ne tiştekî exlaqî ye. Heger di qanûnên mafê mirovan de jî bê nirxandin, ev li hemberî zarokan bêmafiyeke herî mezin e. Heger wê kêliyê min zaroka xwe ji landikê dernexistibûna îhtîmaleke mezin wê zaroka min niha ne sax bûna. Dema ku min zaroka xwe ji landikê derxist û hê di destê min de bû ew cam bi ser me de hat. Dayika ku xwarin çêdikir, ew cam çûn nav xwarina wê. Ev êrîşeke hovane bû. Kes nikare vê êrişê rewa bibîne. Me çav bernedaye mafê tu kesî û me tu kes nekuştiye, û talan nekiriye. Em li mafê xwe û zarokên xwe digerin. Heger hûn di nexşên cîhanê de jî bigerin ev cihê ku em li ser bi cih bûne, tu eleqeya wê bi dewleta tirk re tune ye. Tu mafekî wê yê wisa jî tune ye ku bibêje hûn li ser axa me bi cih bûne."   'HEQÊ KESÎ TUNE YE ZAROKÊN ME BI BOMBEYAN ŞIYAR BIKIN'   Bûlût di berdewamiya axaftina xwe de, anî ziman ku ev êriş bi awayekî plankirî pêk hatiye û wiha dom kir: "Dewleta tirk vê hêzê ji ku digire? Ev tê wê wateyê ku hevkarên wan hene. Xwediyên vê axê rê dide van êrişan. Ji ber dema ku em li qanûnan jî dinêrin heger destûr neyê dayîn kes nikare êrişî li ser axa dewleteke din bike. Ev bêmafî ye. Hem hikûmeta Iraqê, hem hikûmeta Kurdistanê bi giştî kesên ku dibêjin ev axa min e divê xwedî li vê axê derbikevin. Piştî bûyerê sê şande hatin. Li cihê bûyerê lêkolîn kirin û pişt re daxuyaniyek jî nedan û çûn. Mirov wisa difikire ku agahiya wan ji vê êrişê hebû. Ji ber wê jî em bang li her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku guh bidin penaberên wargeha Mexmûrê. Em ji kêfa xwe nehatine vê derê.  Ji ber wê, heqê kesî tune ye ku bi dengê bombeyan zarokên me ji xewê şiyar bikin. "   'DIVÊ KURD BÊDENG NEMÎNIN'    Ji welatiyan Beşîr Taş jî bilêv kir ku armanca êrişan bêzarkirina têkoşîna gelê kurd e, lê zext û gef çi dibin bila bibin wê serê xwe netewînin û got: "Li ku derê kurdek li ber xwe bide hedef tê nîşandin. Heger îro hevkarên van êrişan nebûna kesekî nedikarî êrişî Mexmûrê bike. Dijmin cesaretê ji hevkarê xwe distîne. Êrişa ku herî dawî pêk hatî jî girêdayî konsepta tasfîyekirina gelê kurd e. Ev ne cara ewil e ku dewleta tirk êrişî Mexmûrê dike. Hemû jî bi heman armancan pêk tên. Di van êrişan de şehîdên me çêbûn. Lê şûna şînê hêrsa me zêdetir bû. Ev êriş me qels nakin, bihêz dikin. Heger ew bombe li baxçeyê mala me biketena dibe ku niha ez ne sax bûma. Li hemberî zilm û zordariyê û hemû nebaşiyan bi salane em li ber xwe didin. Dixwazin vê berxwedana me lawaz bikin. Bi van êrişan armanc dikin ku Mexmûrê vala bikin û me ji doza me dûr bixin. Lê ev daxwaziya wan pêk nehat. Berê jî êriş pêk dihatin, lê tu êrişan bi qasî vê bandor li ser zarokên me nekirin. Bêgûman ev êrişên dewleta tirk wê berdewam bikin. Lê divê gelê kurd li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Heger em dengê xwe dernexin wê qetlîamên mezin çêbibin."   'EM TUNE BIBIN WÊ EW TUNE BIBIN'    Medîne Kara jî destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû êrişan heya dawiyê li ber xwe bidin û nerazîbûna xwe ya ji bo êrişên hewayî bilêv kir: "Bi salan e dewleta tirk êrişî me dike. Her roj bi balafirên xwe wargeha me bombardiman dike. Bi şev zarokên me nikarin ji ber dengê balafiran razên. Em bi xwe ji balafirên wan natirsin. Ew sed carên din jî wargehê bombebaran bikin, dê nikaribin bandorê li fikira me bikin. Her kes jî dizane ku tenê 2 salên Erdogan mane. Ew ê biçe. Bila em bi tifaq bin, bila em bi hev re bimirin. Ji bo ku di siberojê de zarokên me ji me re nebêjin ku we em bêwelat hiştin, em soz didin ku heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Dewleta tirk li hemberî her kesî şer dike. Bi xwedê em tune bibin, wê ew jî tune bibin. PKK nebe Başûrê Kurdistanê jî namîne."