Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim 2021-09-22 09:19:01 ŞIRNEX - Li eskerê ku Mehmet Uytun ê 18 mehî kuştibû tenê 18 hezar û 200 TL cezayê pereyî hat birîn. Bavê wî Tûran Uytun bertek nîşan da û got: "Heger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim."  Di sala 2009'an de li navçeya Cizîrê a Şirnexê gava Mehmet Uytunê 18 mehî li hewşa xwe di hemêza dêya xwe de bû fîşeka gaza îsotê ya eskeran li lêketitibû û jiyana xwe ji dest dabû. Di doza hatibû vekirin de 3 sal ceza li esker Hakan Alkan hatibû birîn. Lê piştî 11 salan dadgehê biryara xwe guherand û ji dêvla 3 sal ceza 18 hezar û 200 TL cezayê pereyî li esker Alkan birî.    Bav Tûran Uytun, bertek nîşan da û xwest demildest edalet pêk bê.    'EW KIRIN HEDEF'   Bav Uytun, anî ziman ku kurê wî hedef hatiye girtin û bi vî awayî hatiye kuştin û got: "Ez wê rojê di mal de rûniştibûm û min çay vedixwar. Hevsera min çû jor, kincên xwe bîne. Kurê min jî di hembêza wê de bû. Kurê min hedef girtin û pişt re jî hat qetil kirin. Dozger hat cihê bûyerê. Her tişt eşkere bû. Cezayê kuştina mirovekî çi be, divê ew ceza li wî kesî bê birîn."   'HEGER EDELET EV BE EZ QEBÛL NAKIM'   Uytun, bibîr xist ku esker Hakan Alkan di îfadeyê xwe de gotiye ji ber bûyer hebû wî gaza îsotê berdaye û got: "Derewan dike. Wê rojê de bûyer tune bû. Hemû kolan bêdeng bûn. Kamera hene. Tu bûyer tune bû. Ev kes, bi kêfî kurê min qetil kir. Kujerên kurê min eşkere ne. Cezayê wî çi be divê bikişîne. Ez daxwaz dikim ku edelet pêk bê.  Ez ê heta dawiyê wê li pey vê dozê bim. Ji dêvla ku me biparêzin, tên kurê min di hembêza dêya wî de qetil dikin. Çi heqê wan heye? Di cîhanê de tişteke wiha tune ye. Kurê min kuştine û kujerê wî jî diyar e. Dê 18 hezar TL'yan bidin û dozê bigirin! Tişteke wisa tune ye. Heger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim. Ez dixwazim ceza yê wî çi be, wî bikişîne."    'DILÊ MIN ŞEWITÎ'   Uytun, diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza xwe bin got: "Kujerê me eşkere ye. Li ku dixebite, navê wî çi ye, ji ku ye, her tişê wî li holê ye. Tu bûyer tune bû, lê radibe îsota gazê diavêje. Hema em bibêjin bûyerek hebû, ma dê ji hewa ve êriş bike? Kurê min hedef nîşandan û dema ku diavêje jî dikene û diavêje. Hindik mabû ku hevsera min jî bikujin. Heta ku edalet pêk neyê ez ê nesekinim. Heqê me çi be em daxwaza wê dikin. Dema ku dadgehê ev biryar da agir bi dilê min ket. Ez ji xeynî edaletê tiştekî din naxwazim."