Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’ 2021-09-22 09:34:38 ENQERE - Derbarê 17 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê dimînin ji ber ketine greva birçîbûnê doz li wan hatiye vekirin.  Derbarê 17 jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin de bi hêceta ku beşdarî greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bûne, bi îdiaya “endamên rêxistinê” doz li wan hat vekirin.    Ji bo her girtiyekê îdianameyek hat amadekirin. Ev 17 îdianame ji aliyê dadgehên cuda ve hatin qebûlkirin. Di îdianameyan de tê gotin ku greva birçîbûnê di çarçoveya “fermanên rêxistinî” de pêk hatiye. Ji ber vê yekê bûye hêceta dozvekirinê.   DANIŞÎNA EWIL SIBÊ YE    Ji jinên derbarê wan de doz hatin vekirin sibê danişîna doza Suheyla Taş e. Danişîn wê li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. Rûniştinên doza ewil a girtiyên din jî wê di meha cotmeh û mijdarê de pêk werin.    NAVÊN KESÊN KETINE BER DOZÊ    Navê girtiyên derbarê wan de doz hatiye vekirin wiha ne: “Melîke Kaya, Suheyla Taş, Simanur Pamuk, Fatma Aslan, Newroz Muçel, Arjîn Yuksekdag, Dilber Tanrikulu, Necla Yildiz, Mukaddes Kabak, Sevîm Akdag, Pinar Tikit, Dilan Oynaş, Mehtap Kiyal, Saadet Akin, Selver Îvpîr, Sariye Taşkesen, Rozerîn Kurt.”   BINPÊKIRINA AZADIYA ÎFADEYÊ YE    Parêzera Suheyla Taş, Hulya Yildirim doza hatiye vekirin nirxand û destnîşan kir ku greva birçîbûnê awayek azadiya îfadekirinê ye û greva birçîbûnê wek “endamtiya rêxistinê” nîşandan li dijî feraseta hiqûqî ya netewî û navnetewî ye. Yildirim got ev dozên wiha wek polîtîkaya çewisandinê tên nirxandin. Yildirim da zanîn ku vekirina vê dozê tê maneya ku girtiyan cara duyemîn tecrîd bikin û xwest demildest derbarê girtiyan de biryara beraetê were dayîn.    MA / Zemo Aggoz