OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir 2021-09-22 10:17:13 RIHA - Şaxa OHD’ê ya Rihayê, ji bo roja 200’emîn a nobeta edelatê ya malbata Şenyaşar a li ber edliyê dewam dike, banga piştevaniyê li 200 parêzeran kir.   Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrişa xizm û paravanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrişê rizgar re, 198 rojin çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê dewam dikin.    Çalakiya malbatê, roja Înê 24’ê Îlonê dikeve 200 rojiya xwe de. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji bo piştevaniya çalakiya malbatê ya roja 200’emîn, banga piştevaniya li 200 parêzeran kirin.    ‘DOSYA JI RAYA GIŞTÎ REVANDIN’   Serokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Parêzer Alî Arslan, diyar kir ku têkoşîna edaletê ya malbat Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de dest pê kir û wiha axivî: “Komkujî di 14’ê Hezîrana 2018’an de pêk hat. Ji wê rojevê têkoşîna malbatê dewam dike. Ev malbat rastî komkujiyê hat. Êrişî kargeha wan kirin. Bi birîndarên li nexweşxaneyê re bavê wan jî qetil kirin. Ev komkujî li ber çavên gelek şahidan pêk hat. Wê demê waliyê amîrê bajarê herî mezin, wezîr û parlamenter li wê derê bûn. Polîs jî li wê derê bûn. Ev komkujî di şahidiya wan de pêk hat. Piştî komkujiyê, dosyeya kargehê û nexweşxaneyê ji hev hatin cudakirin. Kirin du beş. Ligel hemû delîlên heyîn jî, 3 salin tu pêşketin tuneye. Ev 3 salin, parêzer nikarin xwe bigihînin dosyeyan. Dosya hem ji parêzeran û hem jî ji raya giştî revandin.”   BI DEHAN CAR BINÇAV KIRIN   Arslan, bal kişand ser nobeta edaletê ya malbatê û wiha pê de çû: “Malbata li wê derê tenê bangî dozger û dadgeran nake. Daxwaza edaletê ne tenê ji bo rayedarên edlîne, ev daxwaza di heman demê de ji bo hemû civakê ye. Divê civak ji bo vê lêgerîna edaletê deng derxîne. Dayika Emîne, di pêvajoya çalakiyê de, bi dehan car hat binçavkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar hat derbkirin. Ev çalakî roja Înê dikeve 200 rojiya xwe de. Xala dadmendiyê pîşeya parêzerane ku parêzvaniyê bikin. Ev parêzer jî niha, ji pergala edaletê ya heyî bi gazincin. Têkoşîna ku malbata Şenyaşar bi rêve dibe, di heman demê de têkoşîna parêzserên ku parastinê dikine. Ev şerm, şerma me hemûyane. Divê em parêzer piştgiriyê bidin. Ji ber vê yekê em bang li hemû baroyan, rêxistinên hiqûqî, parazvanên mafên mirovan û kesên hestên wan ên edaletê hene dikin ku roja Înê 24’ê Îlonê, piştgiriyê bidin malbata Şenyaşar. Em ê di roja 200’emîn de, bi 200 parêzeran re li wê derê bin. Em ê bi malbatê re nobeta edaletê bigirin. Weke OHD’ê em ê têkoşîna malbatê ya 200 rojan vebêjin.”     VEXWENDINA PARASTINA JINAN   Sekretera Şaxa OHD’ê ya Rihayê Meral Halat jî, diyar kir ku Emîne Şenyaşar hem weke dayikekê, hem weke jinekê û hem jî weke hevjînekê daxwaza edaletê dike. Halat, bal kişand ser nexweşiyên Emîne Şenyaşar ên her roj giran dibin û wiha got: “Emîne Şenyaşar nûnera edaletê ye. Dayika Emîne, herî zede ji me jinan daxwazên wê hene. Dixwaze bersûcên rastîn bên girtin. Ji ber vê girîngtir e ku jinên parêzer di roja 200’emîn de li vir bin û piştevaniyê bidin dayikê.”