Derbarê Gokkan de lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin 2021-09-22 12:55:06   AMED - Derbarê Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan de ji ber daxwaznameya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsandibû, lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin.    Derbarê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya 22'emîn di 13'ê îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de bi fermana serokê dadgehê, polîsan mudaxeleyî parêzerên parastin dikirin kir û kesên beşdarî dozê bûbûn û parêzer bi lêdanê ji eywana daneşînê derxistibûn. Li ser tiştên qewimîbûn parêzeran daxwaz kiribû ku ew reda dadger dikin. Lê ji ber demê ev daxwaza parêzeran jî hatibû redkirin. Li ser vê parêzeran têkildarî tiştên qewimîn li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK)  gilî kirin.    ‘EM Ê MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ GILÎ BIKIN’   Hat diyarkirin ku ji bilî tiştên di danişîna Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne qewimîn, ji ber daxwaznameya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsandibû, derbarê wê de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin. Parêzerê Gokkan, Mûharrem Şahîn, têkildarî mijarê ji Jinnewsê re axivî ev tişt got: “Yek ji lêpirsîna ku hatiye destpêkirin bi îdiaya ku li gorî rêgezên rayedarên girtîgehê tevnegeriyaye. Lê lêpirsîneke bi vî awayî ne gengaz e. Mijar tune ye sucdarî tune ye. Ya din jî ji ber dawaznameya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye şandin e. Em ê midûrê girtîgehê gilî bikin.”