Dadgeha Bilind cezayê rojnamevan Orûç xera kir 2021-09-22 13:17:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind cezayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li rojnamevan Azîz Orûç hatibû birîn, xera kir.    Dadgeha Bilind cezayê bi îdiaya “ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” ku Dadgeha Îzmîrê li rojnamevan Azîz Orûç birîbû, xera kir. Oruç dem ali Zanîngeha Pakûkkaleyê ya Denîzlî xwendekar bûye bi hêceta ku beşdarî çalakiyan bûye 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.    Dadgeha Bilind dosyeyê di sala 2018’an de qebûl kiribû û hildabû lêkolînê. Dadgeha bilind lêkolînê di 28’ê hezîrana 2021’an de qedand û biryara xerakirina dosyeyê ango ceza da.