Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir 2021-09-22 15:51:36   RIHA - Parlamenterê CHP'ê yê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere, serdana malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê didomîne kir û ev tişt got: "Ev bûyer, ji bo daraza tirk lekeyeke reş e. Divê demildest daxwaza malbatê bê bersivandin."     Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir, di roja 198'an de didome. Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbatê jî berdewam dikin. Heyeteke ku parlamenterên CHP'ê yên Semsûr û Rihayê Abdûrrahman Tûtdere û Azîz Aydinlik jî di nav de serdana malbatê kirin. Malbatê, heyetê bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" pêşwazî kir.    Ferît Şenyaşar, derbarê komkujî û binpêkirinên mafan ên ew pê re rû bi rû dimînin de heyetê agahar kir. Şenyaşar, bi bîr xist ku biryaê wî Fadil Şenyaşar 3 sal û 3 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin û ev tişt got: "Derbarê komkujiya li nexweşxaneyê de hê jî biryara veşarî heye. Waliyê Rihayê şahidê komkujiyê ye. Girtî û binçavkirî tune ne. Em 6 meh in li vir in. Herkes dizane ku em 5 caran bi awayekî nehiqûqî hatin binçavkirin û doz li dayika min hat vekirin. Em çûn nimêjê pankartên me dizîn. Daxwaza me tenê edalet e."   'NÎŞANDANA PÊKNEHATINA EDALETÊ'   Parlamenter Tûtdere jî diyar kir ku ji bo silavên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû bigihînin malbatê hatine Rihayê û wiha axivî: "Malbateke ku 198 roj in ji bo ferdên malbata xwe yên bi cinayetekê çûne li edaletê digerin. Ev bûyer bi awayekî aşkera nîşan dide ku daraz çiqas di bin kontrol û zexta siyasetê de ye. Rexmî ku li nexweşxaneya dewletê, pêşberî qamereyan komkujî pêk hat û delîl li holê ne jî 3 sal in dozek nehatiye vekirin. Ji bo ku pişteaniya malbatê bikin em hatine vir. Ast çi dibe bila bibe mafê kesî yê azadiya sûc tune ye. Li pêş çavên waliyekê dewletê komkujî pêk hat û em dibînin ku doz jî nehatiye vekirin. E bûyer, ji bo daraza tirk lekeyeke reş e. Divê demildest daxwaza edaletê ya malbatê bê bersivandin. Divê ev bûyer ji her aliyî ve bê lêkolînkirin. Banga me; demildest biryara nepeniyê bê rakirin û lêpirsîn bê temamkirin. Divê hemû gumanbar li peşberî darazê bên darizandin. Em ê şopînerên bûyerê bin."   Heyet piştî ku ji bo demekê bi malbatê re nobet girt ji ber edliyeyê veqetiya.