242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-09-22 21:19:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 28 hezar û 168 kes jî pê ketin.   Li gor daneyên Covîd-19'ê yên rojane yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de 351 hezar û 655 test hatine kirin û 28 hezar û 168 kes jî bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine.