Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin 2021-09-23 09:17:54   WAN - Piştî ku DMME'yê têkildarî mirina Mûrat Yilmaz û birîndarkirina Bişar Ayhanê ku li Elbakê ji aliyê eskerên qereqola sînor ve hatibûn kuştin de Tirkiyeyê mehkûm kir, ji bo eskerên ku berê beraet kiribûn cardin bên darizandin giliyê wan hat kirin.    Di 11'ê Îlona 2009'an de kesên ji gundê Xerkava û Xwelink ên Elbak a Wanê ji bo bzariganiya sînor diçûn Îranê, eskerên qereqola li sînor ew gulebanran kiribûn. Di guleberanê de Mûrat Yilmaz ê 19 salî jiyana xwe ji dest dabû û Bişar Ayhan jî birîndar bûbû. Dadgeha eskerî ya Wanê û Agiriyê tev de biryara "neşopandinê" dabûn. Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî xitimîbûn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayîn.    DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir. Piştî biryara DMME'yê parêzer Mûrat Tîmûr, ji bo nêzî 15 eskerên ku piraniya wan payebilind in cardin bên darizandin gilî kir.    DIVÊ CARDIN BÊN DARIZANDIN    Tîmûr ku serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Wanê da, xwest biryara "neşopandinê" ya dadgeha eskerî bê betalkirin û eskerên bersûc cardin bên darizandin.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Tîmûr, diyar kir ku hê serlêdana wan nehatiye bersivandin û divê kesên tiliya wan di vê bûyerê de heye hemû bên darizandin. Tîmûr, bibîr xist ku li herêmên sînor bi hinceta "ewlehiya sînor binpê kirine" bi dehan mirov hatine kuştin û bi sedan mirov jî birîndar bûne û got: "Bi sedan dosyeyên derbarê van bûyeran de hene, lê piraniya wan hatine girtin. Bi taybetî jî ji sedî 99'ê van dosyeyan ji aliyê dadgehên herêmî vê bi bêcezatiyê bi dawî dibin. Di dozên hatine kirin de, tê gotin ku esker di çarçoveya karbidestiya qanûnî de ev kiryar kirine û biryara beraetê didin. Ev yek, perçeyeke polîtîkaya bêcezatiyê ye. Gava peywirdarê cemaweriyê ji ber wê peywira xwe wan karbidestiyan wekî îmtiyazekê bi kar tîne û di warê qanûnî de tê parastin, polîtîkaya bêcezatiyê dest pê dike. Gava ev bêcezatî dikeve dewrê, kesên sûc dikin îmtiyazên peywirdariya cemaweriyê bi kar tînin û bi vî awayî derî li sûcine din tê vekirin. Ev yek, tenê ne bi bûyerên li ser sînor, di bûyerên din ên civakî de jî wisa ye."    TESPÎTÊN DMME'YÊ   Tîmûr, da zanîn ku di biryara DMME'yê ya derbarê dosyeyê de tespîtine girîng hene û got: "Di biryara DMME'yê de du tespîtên girîng hene. Yek; DMME, parastina Tirkiyeyê ya 'zanyariyeke îstixbarî hebeû ku dê terorîst di wir re derbas bibin', qebûl nake û dibêje derbarê vê zanyaria îstibarî de tu delîleke berbiçav tune ye. Ya dudoyan jî, diyar dike ku bi top û îçaksavaran guleberankirina kesan di warê hiqûqî de nayê ravekirin. Tew DMME, bi awayekî eşkere dibêje ku ger milîtanê rêxistinê be jî divê wisa neyê kirin."    Tîmûr, anî ziman ku divê serlêdana wan bê qebûlkirin û kesên tiliya wan di vê bûyerê de hene demildest bên cezakirin.    MA / Adnan Bîlen