Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket 2021-09-23 09:20:31 DERSIM - Yek ji bajarên ku xwendekarên zanîngehê di warê vehewînê de zehmetiyê dikişînin Dersim e. Xwendekar Melek Sevînç ku wekî mêvan li wargeha xwendekaran dima, ji wargehê hat derxistin. Sevînç niha li cem malbatekê dimîne.    Piştî zanîngeh hatin vekirin, yek ji pirsgirêka ku xwendekar pê re rû bi rû mane jî, pirsgirêka vehewînê ye. Xwendekarên ku li wargehên Saziya Wargehan a Krediyê (KYK) cih bi dest wan nakeve û ji ber bihabûna kirê li derve man. Yek ji bajarên ku xwendekar di warê vehewînê de zehmtiyê dikişînin jî Dersim e. Hejmara xwendekarên zanîngeha bajêr nêzî 7 hezar e, lê tenê 3 wargehên KYK'ê hene. Kapasîteya Wargeha Xwendekarên Jin a Dersimê 850, kapasîteya Wargeha Xwendekarên Jin a Ehlîbeyt 330 û kapasîteya Wargeha Xwendekarên Mêr a Mûnzûrê jî 400 e.    Hin xwendekarên ku wekî mêvan li van wargehan dimînin, bi hatina xwendekarên ku wargeh ji wan re derketine, ji wargehê hatin derxistin. Yek ji van xwendekaran jî Melek Sevînç e.    LI DERVE MA   Sevînç, anî ziman ku piştî ku ji wargehê hatiye derxistin li derve maye û paşê malbatekê ew girtiye cem xwe û got: "Dîsa rewşa min baş e. Hin hevalên me li mizgeftan, li nexweşxaneyan dimînin. Madem kapasîteya wargehan têr nake, nexwe bila xwendekaran negirin. Ji hevaleke min a ku bavê wê muteahîd e, wargeh derketiye. Lê ji yên bavên wan betal re derneketiye. Bila bihêlin em li wargehê doşega xwe deynin û razên, em bi vê jî razî ne."    Sevînç, diyar kir ku gava vê pirsgirêkê ragihandine rayedarên wargehan, rayedaran ji wan re gotine 'ji xwe re li xanî bigierin' û got: "Heger min zanîngeha vir qezenc kiribe, divê wargeh jî hebe. Çima ez ê li xênî bigerim. Kirêyên xaniyan pir biha ne. Xaniyan nadin xwendekaran. Em dixwazin li malên apart bimînin, lê nadin xwendekaran. Gava didin jî 6 mehan heqê kirê pêşin dixwazin."    ‘EM JI BO XWENDINÊ HATINE, NE JI BO KU EM REZÎL BIBIN'   Xwendekar Erdem Okan jî bi îhtimala ku wargeh jê re derneyê, hefteyek berî destpêkirina zanîngehê hatiye bajêr ji bo li xênî bigere. Okan, anî ziman ku xanî bi dest wî neketiye û gava telefonî xwediyê xaniyan dikin, dibêjin 'em xanî nadin xwendekaran.' Okan, diyar kir ku piştî serlêdan eşekre bûne, wargeh jê re derketiye û got: "Îja dê xwendekarên wargeh ji wan re derneketine çi bikin? Em ji bo xwendinê hatine vira, ne ji bo ku rezîl bibin. Hin hevalên me yên ku wargeh ji wan re derneketiye qeyda xwe dan sekinandin. Xwendekar dê nikaribin di van şertan de li dersan bişixulin."    Yûsûf Guzelturk jî ku li wargehê dimîne, diyar kir ku gelek hevalên wî li derve mane û ji ber ku heqê kirêyan zêde ye xwendekar nikarin xênî jî kirê bikin.    Xwendekar Okan Çelîk jî destnîşan kir ku pirsgirêkeke wan a din jî bihabûna fiyetên beran e û got: "Em nikarin kincan bikirin, pir biha ne. Serwîs biha bûne. Di serwîsan de cih tune ye. Her wiha kesên beşa gastronomiyê, beşa muzîkê dixwînin, di warê peydekirina amûrên teknîk de zehmetiyê dikişînin. Zanîngeh jî di vî warî de tu tiştî nake."