Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin 2021-09-23 10:36:18   ÎZMÎR - Kurê Kenan Ozcan ê di Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê de jiyana xwe ji dest da, Yûnûs Ozcan, diyar kir ku derbarê mirinê bavê xwe de tu agahî negirtine.    Her roja ku diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin. Kurê Kenan Ozcan ê 66 salî ku di sala 2016’an ji endamtiya Cemaeta Gulan hatibû girtin û di 20’ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa C a Bolvadîn a Afyonê jiyana dest da, bi lêv kir ku sedemê mirina bavê xwe nizanin.    5 SALAN GIRTÎ MA   Ozcan ê ji doza jê dihat darizandin 9 sal ceza girtin, piştî li Girtîgehên Menemen û Tîpa T a Şakranê ma herî dawî di Sibata 2021’an de sewqî Girtîgeha Tîpa C a Bolvadîn a Afyonê hatibû kirin. Hat diyarkirin ku Ozcan ê nexweşiya wî ya dil jî hebûye, jiyaye. Ozcan piştî ku nêzî 5 salan girtî ma, di 20’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Bêyî ku malbata wî agahdar bikin Ozcan  rakiribûn nexweşxaneyê, nayê zanîn ku bi çi sedemê jiyana xwe ji dest daye.    ‘ME ÇIMA NEKARÎ BIXWÎNIN’   Kurê Kenan Ozcan, Yûnûs Ozcan têkildarî girtin û mirina bavê xwe de axivî. Ozcan, diyar kir ku derbarê sûcdariyên bavê wî de tu delîl nehatine dîtin, bi temamî ser îfadeyên şahidên nepen hatiye girtin û wiha got: “Qaşo bavê min pirsên ezmûnan dizîne û mirov li yekeyên weke miduriyeta polîsan bi cih kirine. Ev ji derveyî aqil e. 5 zarokên bavê min hene. Yekê jî zanîngeh neqandiye. Çima bavê min zarokên xwe nexistin miduriyeta polîsan de. Ez çima li senayiyê hemaltiyê dikim.”   ‘BERIYA 3 ROJAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ’   Ozcan, da zanîn ku di 20’ê Îlonê de Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê li wan geriyaye gotiye ‘Rewşa bavê we nebaş e’ û wiha berdewam kir: “Li ser vê yekê ligel xwişk û birayên xwe ji Îzmîrê bi rê ketin. Lê hêj em di rê de bûn nexweşxane dîsa geriya û got bavê min jiyana xwe ji dest daye. Di wê kêliyê de nasekî me ku li cem bavê min dimîne, got ku beriya sê rojan bavê min, ji odeyê derxistine û rewşa wî pirsî. Dema ev tişt diqewimîn rayedarên girtîgehê em qet agahdar nekirin. Ji rakirina nexweşxaneyê heta mirina bavê min gelek nakokî hene. Em nizanin kengî birine nexweşxaneyê, nexweşiya wî çiye? Tu agahiyên ku pirsên di hişê me zelal bikin nedan me.”     BÊYÎ MALBATÊ OTOPSÎ HAT KIRIN   Ozcan, da zanîn ku bavê wî ewilî sewqî Afyonê dû re sewqî Nexweşaneya Bajêr a Eskîşehîre hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bijîşk heta personel kesekî tu agahî nedan me. Dema me pirs kir jî ‘ji me re gotin em vê agahiyê nikarin bidin we’. Hêj me derbarê mirina bavê xwe de tu agahî negirtibûn, em hîn bûn ku cenaze rakirine Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Osmangaziyê. Di encama hewldanan de me cenaze ji morga Fakulteya Tipê ya Osmangazî bi awayekî otopsiya wî hatiye kirin me girt.”   ‘SEDEMÊ MIRINA WÎ TÊ LÊKOLÎNKIRIN’   Ozcan, da zanîn ku têkildarî mirina bavê wî kaxizeke ku li ser ‘sedemê mirina wî tê lêkolînkirin’ dinivîse dane wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nexweşxaneyan derbarê bavê min ji ber çi nexweşiyê miriye de tu agahî nedan me. Hat gotin ku wê rapor heta 8 mehan derkeve. Em 5 sal in bi hesret in. Li vî welatî zilm hatiye asteke wisa ku dîtina 1-2 saetan jî ji me re gelek dîtin. Ev rewş wijdana mirovan diêşîne.”