Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket 2021-09-23 11:13:40   BALIKESÎR - Di doza bersûcên ku 15 sal berê li navçeya Savaştepeyê zarokên bi navê Tugçe Yildirim û Buşra Karabacak qetil kirin de ji ber daxwaza reda dadgerî ya parêzerên bersûcan biryar derneket.    Di 21'ê adara 2006'an de li navçeya Savaştepe ya Balikesîrê, zarokên bi navê Tugçe Yildirim (10) û Buşra Karabacak (10) ji mala xwe derketibûn û piştî 44 rojan mirî hatibûn dîtin. 11'emîn danişîna doza ku li kujerên zarokan  Seyhan Yakar û Ayhan Yakar hatibû vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Balikesîr hat dîtin. Parêzerên aliyan û xizmên zarokan tevlî danişînê bûn. Rêxistinên jinan jî danişînê şopandin. Faîlên ku girtî tên darizandin jî bi SEGBÎS'Ê tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de parêzer û xizmên zarokên hatine qetilkirin, diyar kirin ku mînakên DNA'yê yên di nav neynokên zarokan de hatine tespîtkirin û mînakên ku ji kujeran hatine girtin li hev tên. Parêzerên kujeran jî angaşt kirin ku dadger bi alî tevdigerin û daxwaza reda dadgerî kirin. Danişîn ji ber daxwaza reda dadgerî taloqî 18'ê cotmehê hat kirin.