Li herêma şewatê tevgera hewayî heye 2021-09-23 11:47:13   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ya navçeya Basayê ku şewat lê didome tevgera hewayî heye.    Hefteyeke berê li Çiyayê Gabarê yê dikeve pêşberî navçeya Basa ya Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kiribû. Li heman berêmê şewata daristanan jî derketibû. Şewata li herêmên Çiyayê Bizina, Êwana û Bênatê ku duh ber bi dora  gundê Derşêw ve belav bûbû hêj didome. Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku li herêma şewatê liv û tevgera hewayî jî dest pê kiriye.    Hat hînbûn ku bi tu awayî mudaxileyî şewata ku gav bi gav li herêmê belav dibe nayê kirin.