Danişîna Suheyla Taş taloq bû 2021-09-23 13:13:20   ENQERE - Yekemîn danişîna doza Suheyla Taş ku ji ber ketibû greva birçîbûnê lê hatibû vekirin, bi hinceta ku "wergerê kurdiya akademîk zanibe tune ye" taloq bû.    Sheyla Taş ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, bi hinceta ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di 27'ê mijdara 2020'an de dest pê kiribû û di 12'ê îlonê de bi dawî bû bûye, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" derbarê wê de doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza ku li Taş hatibû vekirin li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Malbat û parêzera Taş Hulya Yildirim tevlî danişînê bûn. Taş xwest parastina xwe bi kurdî bike lê serokê dadgehê bi hinceta ku Taş bi tirkî dizane xwest Taş parastina xwe bi girkî bike. Li ser îttîraza parezera Taş Hulya Yildirim daxwaza wergerê kurdî ket girtekan.    Piştî navberekê danişînê careke din dest pê kir. Lê wergerê ku heyeta dadgehê anî danişînê nikiribû parastina Taş wergerîne û û bi hinceta ku "werger kurdiya akademîk nizane û parastinê newergerandiye" parastina Taş nehat girtin.     Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir û biryar da ku Taş tevlî danişîna bê bibe, wergerê kurdî bê li danişînê bê amadekirin û muzekere ji 3'emîn Daîreya Dadgeha Bilind re bê nivîsandin û aqûbeta dosyayê bê pirsîn.   Danişîn taloqî 2'ê kanûnê hat kirin.