Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye 2021-09-23 13:13:58   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors di Doza Kobanê de parastina xwe kir û got: “DMME’yê bêsûciya me tomar kiriye. Tevî vê yekê jî hûn me mehkûm dikin. Vê dozê hem di warê hiqûqî û hem jî di warê siyasî de dema xwe tije kiriye.”    Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin di roja sêyemîn de li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike.    Ev 108 siyasetmedar ji 29 heb sûcên cuda bi giştî ji wan re 38 caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê ji wan re tê xwestin.    DEMÎRTAŞ BEŞDAR NEBÛ    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li ewyana danişînê amade bûn. Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê beşdarî hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Gulser Yildirim ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê, Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Zekî Çelîk ji Edremîtê, Berfîn Ozgu Ozkose û Zeynep Olbecî ji Girtîgeha Bakirkoyê, Gulfer Akkaya ji 7’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, Parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ji Dadgeha Datçayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.   SEROKÊ DADGEHÊ BI KORONAYÊ KETIYE    Hat ragihandin ku testa Kovîd-19’ê ya serokê 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pozîtîf derketiye û li şûna wî şandeyek demkî hat bicihkirin. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pêk ir. Ewilî parêzeran dest bi parastina miwekîlên xwe kirin.    SIYASETMEDARAN PARASTINA XWE NEKIR    Siyasetmedarên li eywana danişînê amade bûn diyar kirin ku ew naxwazin parastina xwe bikin. Siyasetmedarên bi rêya SEGBÎS’ê jî beşdar bûn jî dan zanîn ku ew naxwazin parastina xwe bikin.    DOZGER XWEST SIYASETMEDAR GIRTÎ WERIN DARIZANDIN    Şandeya dadgehê ya demkî mafê axaftinê da dozger. Dozger ango meqamê îdiayê rewşa heyî ya dosyeyê û gengaziya reva bersûcan esas girt û xwest siyasetmedar girtî werin darizandin.    Parêzer Mavîş Aydin got ji ber doza girtina HDP’ê ku wê hin miwekîlên wan dema parastina wan li ber çavan were girtin û xwest roja danişînê taloqî piştî 7-8’ê mijdarê were kirin.    Parêzer Kenan Maçoglû jî divê hemû şertên girtina miwekîlên wan li ber çavan were girtin û daxwaza berdana wan kir.    ‘BILA BIRYARA DMME’YÊ WERE SEPANDIN’    Siyasetmedarên girtî jî derbarê biryara dewama girtina xwe de axivîn. Siyasetmedar Nazmî Gur ewilî axivî û xwest biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Demîrtaş daye ji bo wan jî derbasdar e û divê biryar were sepandin û li ber çavan were girtin.    ‘DMME’YÊ BANGÊ WEK SÛC NEDÎT’    Kubîlay Gunay jî destnîşan kir ku DMME’yê di biryara xwe de gotiye ku banga ji bo çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ne sûc e û ew dixwazin şandeya dadgehê biryara DMME’yê nas bike. Gunay xwest ku dadgeh dev ji cotstandardiyê berde û ew daxwaz dike ew hemû werin berdan.    ‘DMME’YÊ BÊSÛCIYA ME TESCÎL KIR’    Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors ku girtî tê darizandin jî bi bîr xist ku salek e ew girtî ye û got: “Ji destêpêkê ve ev dosye dosyeyek mirî ye. DMME’yê di biryara Demîrtaş de pir bi eşkereyî gotiye ku tewîta hatiye parvekirin tundî têde nîne û nabe bibe sedema girtinê û ev yek hatiye tomarkirin. DMME’yê bêsûciya me tomar kiriye. Tevî vê yekê jî hûn me mehkûm dikin. Ev salek e hûn me li vir digirin. Ev girtinek û helwestek polîtîk e.Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe de raste rast navê dadgeha we anî ziman. Bila biryara DMME’yê were sepandin. Ev doz hem di warê hiqûqî de û hem jî di warê siyasî de jî dema xwe tije kiriye. Ez wek navê xwe bi bawerim ku wê dozên wiha polîtîk bi beraetê encam bibe. Çima ez ê birevim. Hûn bi israr me girtî didin darizandin.”   Danişîn berdewam dike.