Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin 2021-09-23 14:38:12   MÊRSÎN - Ji bo hunermend Kadîr Çat ê çûbû Kobanê, bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kirin" ceza hat xwestin.   Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê hunermend Kadîr Çat ê ji bo xebatên xwe yên hunerî bi destûr çûbû Kobanê, wêneyên wî yên kişandibûn û parvekirinên wî yên medya dijîtal sûc hesibandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirin” îdianame amade kir. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê îdianame qebûl kir û doz vekir. Danişîna ewil a Çat li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Çat û parêzera xwe Sebahat Gençtarîh beşdarî danişînê bûn. Danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir, bi parastina Çat berdewam kir.    ‘MIN QIRÊJIYA ŞER DA NÎŞANDAN’   Çat, sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û wiha parastina xwe kir: “Parvekirinên hesaba medya dijîtal ên weke delîlên sûc hatine hesibandin yên min e. Parvekirinên Kobanê min kirin. Bi wê parvekirinê min qirêjiya şer da nîşandan. Min wêneyên Kobanê yên piştî şer parve kirin. Ev sûc hat hesibandin. Ez hunermendek im. Ez bi destûra dewletê çûm Kobanê û min enstruman birin. Ez sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nakim û daxwaza beraeta xwe dikim.”    Parêzer Sabahat Gençtarîh jî, diyar kir ku muwekîlê wê hunermend e, bi destûr çûye Kobanê, ev ne sûc e û xwest muwekîlê wê beraet bike.    Dozger xwest ku Çat ji “endamtiya rêxistinê” bê beraetkirin û ji “propagandaya rêxistinê kirin” jî were cezakirin.    Şandeya Dadgehê, ji bo derbarê dosyayê de biryar bide danişîn taloqî 1’ê Cotmehê kir.