Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin 2021-09-23 23:09:37 COLEMÊRG - Dehla Nehilê ya li gundê Miçîç ê Geverê ku warê gelek cureyên çûkan e, 34 saet in dişewite û mudaxileyî şewatê nayê kirin.    Şewata li Dehla Nehilê ya di navbera Gever-Şemzînan û li hemberî gundê Miçîçê ye, 34 saet in didome. Şewata li vê dehla ku wekî warê çûkan tê zanîn duh saet li dor 12'ê nîvro dest pê kir û bi hinceta herêm çirav e, mudaxileyî şewatê nayê kirin. Ji ber mudaxile nayê kirin, qadeke mezin bûye xwelî.    BERBELAV DIBE   Şewata li herêm her diçe berbelav dibe. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, hat îdiakirin ku eskeran agir bi herêmî xistiye û nahêlin kes mudaxileyî şewatê bike. Rojnamevanên çûn herêmê jî bi hinceta ku herêma eskerî ye, eskeran nehişt dîmenan bigirin.   BANGAWAZÎ   ÎHD'a Colemêrgê jî li ser medyaya sanal daxuyaniyek da û got: "Li Geverê li Dehla Nehilê ku gelek cureyên çûkan lê dijîn, şewata ku rû daye ji ber bê her diçe berbelav dibe. Em bang li rayedaran dikin ku demildest divê mudaxileyî şewatê bê kirin.