Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin 2021-09-24 12:40:50   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê di encama şewitandina wesayîta ku lastîka wê teqiya û qelibî de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da.    Di navbera gundên Yukarihatûnlû û Çiplaktepe yên bi ser navçeya Artûklû ya Mêrdînê ve wesayîta bi plakaya 06 CB 82 lastîka wê teqiya û qelibî. Wesayîta ku nêzî 500 mîtroyan bi erdê re kaş bû, di encamê de şewitî. Di encama vê qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.