Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne 2021-09-25 09:00:17 ŞIRNEX - Dayikên ku salek e bi aqûbeta cenazeyên zarokên xwe nizanin gotin: "Çavê me li rêya cenazeyên zarokên me ne. Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin."  Cenazeyê HPG'iyên salek berê di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan nayên kirin. Malbatan ji bo cenazeyyên zarokên xwe wergirin, ji bo DNA'yê xwîn dabûn, lê salek e tiştek ji wan re nehatiye gotin. Tê diyarkirin ku piraniya van cenazeyên ku aqûbeta wan nediyar e, li goristanên bêkesan ên Şirnexê hatine veşartin.    Dayikên ku her roj li bende xeberekê ne, dixwazin goreke zarokên wan hebe û gorên wan ziyarte bikin.      'KEZIYÊN KEÇA MIN LI SER KÎJAN KEVIRÎ MANE'    Xemê Ergûn ku keça wê Esma Ergûn a HPG'î li Heftanînê jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku nizanin cenazeyê keça wê li ku derê ye û xwest rojek berî rojekê cenazeyê wan radestî wan bê kirin. Dayik Ergûn got: "Keça min di sala 2020'an de di şerê Heftanînê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê li gel PKK'ê de ye yan di destê dewletê de ye, ez nizanim. Dema ku min xebera şehadeta keça xwe di televîzyonê de dît, em çûn Nexweşxaneya Şirnexê me ji bo testa DNA'yê xwîn da. Lê li wir serdozgeriyê ji me re got, 'Dema ku tevlî PKK'ê bû çima we xebera me pê nexist?' Min jî jê re got, 'Min newêrî xeber bidim we.' Got, 'Çima te newêrî?' Min got, 'Tu her roj yekî digirî, lingê wan dişkênî, ez ê çawa ji te re bêjim keça min çûye.' Pişt re ji min re got, here Amedê. Lê ji ber ku derfetên min tune bû, ez neçûm. Ez her roj dibêjim ka cenazeyê wê niha li ku ye, ez her roj dibêjim ka keziyên wê li ser kîjan kevirî mane. Tişteke ji vê zortir heye? Lê dayîkên ku weke min heman êşê dikêşin pir in. Heger min bikaribûya ez ê li her derî li cenazeyê keça xwe bigeriyama. Lê mixabin derfetên min tune ne û ji bendewariyê pêvtir tiştek ji destê min nayê."    ÇAVÊ WÊ HER LI RÊ YE   Malbata endamê HPG'ê Vedat Bîlîk jî, ev saleke bi tu awayî agahî ji cenazeyê Bîlîk nastîne. Dayîk Gûrbet Bîlîk, diyar kir ku salak e li benda cenazeyê kurê xwe ye û hêstên xwe wiha anîn zimên: "Piştî ku agahiya şehadeta kurê min hat, me şîn danenî. Piştî ku mehek li ser re derbas bû, ji bo standina cenazeyî me xwîn da û serî li dozgeriyê da. Ji me re gotin em ê agahiyê bidin we, lê salek e tu agahî nedane me. Heta ku ez sax bim, ez ê li benda cenazeyê kurê xwe bim. Çavê min her li rêyê ye û ez dibêjim wê were. Dema ku me serî li dozgeriyê da, ji me re got, 'Kê xebera mirina wî da we?' Me got me di televîzyonê de dît. Vedat ne tenê yê min e, yê her kesî ye. Roj nin e, şev nin e ku ez kurê xwe nefikirim. Ez dibêjim ka cenazeyê kurê min, teyrikan xwariye, maran xwariye. Ez bizanibim li ku derê miriye û cenazeyê wî li ku ye, ez ê bextewar bim. Ez dibêjim zivistan hat, ka niha li ku ye. Wê roja din jî ez li ber goristana Nuh Nebî re derbas bûm, min got hema gora kurê min jî li vir bûna û ez biçûma ser û min dilê xwe rehet bikira."   PIŞTÎ KU KEÇA WÊ KUŞTIN BI DEHAN CARAN LI SER MALA WÊ DE GIRTIN   Cenazeyê endamê HPG'ê Bîşeng Hezer jî winda ye. Tevî ku dîmenên îşkenceya cenaze li ser hesabên medyaya sanal hatin belavkirin jî, dozgeriya komarê ya ku malbatê serî lê da, daxwaza malbatê red kir û got cenaze ne li gel wan e. Piştî ku Hezer jiyana xwe ji dest da, bi dehan caran polîsan avêtiye ser malbata wê.    Dayîk Ayşe Hezer, diyar kir ku ew dixwaze ku cenazeyê keça xwe wergire û got: "Dîmenên ku tê de xuya ye îşkenceya li cenazeyê keça min hatiye kirin, li ser hesabên medyaya sanal hatin belavkirin. Min serî li dozgeriyê da û min xwîna xwe da. Piştî ku hefteyek derbas bû, ji min re gotin cenaze ne destê me de ye. Di dîmen de aşkereye ku cenaze di destê wan de ye. Dikujin, lê çima cenazeyên me nadin me. Em daxwaza aştiyê dikin. Bi kuştinê safî nabe. Ev 6 meh in li benda cenazeyê keça xwe me. Ji roja ku agahiya mirina keça min hatiye heta niha her sê rojan carekî li ser mala min de digirin. Her roj li min digerin û bi telefûnê min aciz dikin. Di her serdegirtina malê de pirsa keça min dikin. Çi di mala min de heye, bila cenazeyê keça min bidin min. Bila bes li ser mala min de bigerin. "   'EV NE WÎJDANÎ YE'    Cenazeyê endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji Rojhilatê û di Îlona 2020'an de jiyana xwe ji dest daye, winda ye. Dayik Şehrer Selîmî ku ji bo cenaze du caran ji Rjhilatê hat Tirkiyeyê, diyar kir ku ji bo ku cenaze bistînin gelek hewledanên wan çêbûne, lê dîsa jî cenazeyê wan nedane wan û got: "Ez ji vir hatim Tirkiyeyê û min xwest ku cenazeyê kurê xwe bistînim. Lê bi hincetên cuda cenazeyê kurê min nedan min. Careke din xeber dan û  ji me re gotin werin. Em rabûn dîsa hatin Tirkiyeyê û me gelek zehmetî kişand. Vê carê derfetên min tune bûn ez biçim, lê birayê wî çû. Xwîna birayê wî girtin. Lê vê carê jî gotin divê dayika wî bê. Ez gelek nerehet im û ez aqûbeta cenazeyê kurê xwe nizanim. Dibe ku li gorsitana bêkesan hatibe definkirin. Nedayina cenazeyan tiştekî neexleqî ye û bêwîjdanî ye û ne insanî ye. Em vê pêkanînê şermezar dikin. Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. "   MA / Zeynep Dûrgût