Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin 2021-09-25 09:00:22 MÊRDÎN - Cihê mayinê bi dest xwendekarên zanîngehê nakeve, lê li Mêrdînê wargeha xwendekaran a ku ji bo esker û cerdevanan wekî cihê karantînayê hatiye terxankirin, nayê valakirin.  Pirsgirêka starbûnê ya xwendekarên zanîngehê li benda çareserkirinê ye. Li Mêrdînê wargeha xwendekaran ku tahsîsî cerdevan û eskeran hatiye girtin, nayê valakirin. Ev wargeha ji bo xwendekarên leylî yên Lîseya Îmam Xatibê ya Fenê ya Anatolyayê ya Saîd Nûrsî û Dibistana Projeya Zanistên Civakî nayê valakirin. Ev wargeha ku ji bo esker û cerdevanan wekî navenda karantînayê tê bikaranîn, ji ber ku nayê valakirin xwendekar jî ji bêgavî bi serwîsan diçin û tên. Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr û Midûriyeta Perwerdehiyê ya Artûklûyê ji bo vê tu gavî navêjin.    ‘ARMANC AMADEKIRINA ZEMÎNA JI BO CEMAETAN'    Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa Mêrdînê Mûstafa Bozan, bibîr xist ku ji ber pandemiyê nêzî du salan dibistan girtî bûn û rayedaran di vî du salî de tu amadekarî nekirine. Bozan, bal kişand ser pirsgirêka hêwirînê ya xwendekarên zanîngehê û got: "Li vir ne warrgehê taybet hene ne jî cihine cuda ku xwendekar lê bimînin hene." Bozan, xwedî derneketina li pirsgirêka hêwirînê ya xwendekaran wekî "armanc amadekirina zemîna ji bo cemaetan e" şîrove kir û ji ber vê malbat jî nizanin dê çi bikin."    DÊ BANDORÊ LI TENDURISTIYA TAXÊ BIKE   Bozan, ji bo waregha xwendekaran ku wekî navenda karantînayê tê emilandin got: "Me digot wargeh ji bo xwendekaran hatiye çêkiri, lê niha derî armanca xwe tê emilandin. Her wiha ev der wekî herêma karantînayê tê bikaranîn. Ev yek, bandorê li tenduristiya taxê dike. Em nizanin bê bermayiyên ji wir dertên çawa tên avêtin. Di vî warî de fikarên me hene."    NÊZÎKATIYA JI BO PERWERDEHIYÊ    Bozan, destnîşan kir ku bi binpêkirina mafê hêwirandinê ya xwendekaran re nêzîkatiya îqtidarê ya ji bo perwerdehiyê dide der û got: "Piştî du salan xwendekar dest bi dibistanê dikin. Diviyabû lazmatiyên wan bihatan peydakirin. Lê îqtidar berkesê wê tevgeriya û niha mafê wan ê sereke binpê dike."    Bozan, anî ziman ku li Qoserê heya sala 2017'an gelek dibistan bûbûn qereqol û hê jî nîviyê avahiyeke dibistanê ji bo polîsên tevgera taybet tê bikaranîn. Bozan, diyar kir ku armanca van pêkanînan ne perwerdehî ye, polîtîkayên ewlehîparêz e û divê dev ji van polîtîkayan bê berdan.    MA / Ahmet Kanbal