Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire! 2021-09-25 10:17:48   KOBANÊ - Tirkiye rexmî ku bi peymana navneteweyî qebûl kiriye ku 500 metrekub ava Çemê Firatê ji Sûriyeyê re berde jî vê rêjeyê daxistiye 200 metrekub î. Tê gotin armanca Tirkiyeyê ji vê têkbirina aramiya herêmê ye.   Tirkiye bi êrişên xwe yên leşkerî yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şerê avê jî dimeşîne. Çemê Firatê ku ji nav sînorên Tirkiyeyê der dibe û piştî ku di Sûriyeyê re derbas dibe li nav xaka Iraqê vediguhere Şatt-ul Ereb yek ji çemên herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Tirkiye ku timik bi çavê gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinêre, ji bo têkbirina aramiya herêmê hinek ava Firatê qût kir.   Tirkiye, pêwistiyên peymana ku di 17'ê tîrmeha 1987'an de li ser ava Çemê Firatê di navbera wê, Iraq û Sûriyeyê de hat îmzekirin bi cih nayne. Li gorî peymanê divê Tirkiyeyê 500 metrekub ava Çemê Firatê ji Sûriyeyê re berde. Bi birîna avê re ev rêje daket 200 emtrekub î.     Ev pêkanîn gelek pirsgirêkên micid bi xwe re tîne û dibe sedem ku li gelek bajarên Sûriyeyê yên mîna Reqqa, Dêra Zor, Kobanê, Minbic û Helebê av bê birîn. Ji ber vê bendav nikarin bi awayekî têrker ceyranê hilberînin û cotkar jî nikarin çandiniyê bikin.    Ajansa Mezopotamyayê (MA) rewşa dawîn a ava Çemê Firatê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê qutkirin ji hewa ve kişand.    MA / Nazim Daştan