Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze 2021-09-25 11:29:06   ENQERE - Parêzer Cahît Kirkazak, diyar kir ku nexşerêya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê dixwaze binpêkirinên ji ber rakirina destnedanên parlamenterên HDP'ê pêk hatine jî dihewîne nav xwe û ev tişt got: "Tê xwestin ku ev pêkanîn ji holê bên rakirin."   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE KW), xwest ku biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û parastvanê mafê mirovan Osman Kavala demildest pêk bê. Ji parêzerên Doza Kobanê Cahît Kirkazak, Doza Kobanê ya ku bi bandora biryara komîteyê û Daîreya Mezin a DMME'yê ya li ser siyasetmedarên girtî yên HDP'yî didome, nirxand.   'TE BINPÊKIRIN KIRIYE'   Parêzer Kirkazak, diyar kir ku berdana Demîrtaş tê binpêkirin û wiha axivî: "Sûc tê kirin. Lê komîteyê heta 30'ê cotmehê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze. DMME'ê dibeje, 'Dema te guhertina makeqanûnî kir û destnedana hilbijêran rakir binpêkirin kir û ji bo rakirina vê binpêkirinê tu yê çi bikî'. Xwestina nexşerêyê girîng e. Her çiqas weke biryara Demîrtaş bê dîtin jî sererastkirineke ji bo hemû kesên ku azadiya wan ji wan hatiye girtine. Ji bo Fîgen Yuksekdag û Îdrîz Balûken jî wiha ye. Di demên pêş de wê ji bo parlementerên din jî biryarên wiha bên."   PEYAMA JI BO DOZA KOBANÊ   Di berdewamê de Kirkazak, destnîşan kir ku komîte peyam dide 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku Doza Kobanê bi rê ve dibe û ev nirxandin: "DMME'yê  girtina duyemîn a Demîrtaş dizanibû û di biryara xwe de tespît kir ku girtina duyemîn weke berdewama girtina yekemîn e. 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê, angaşt dike ku ev biryara wan eleqedar nake. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya meha îlonê de diyar dike ku divê 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê biryara berdanê bide."   MA / Berîvan Altan