Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand 2021-09-25 13:33:19   WAN - Yek ji 9 penaberên ji rojhilatê Kurdistanê ku piştî hatibûn binçavkirin û radestî MSO'yê hatibûn kirin Mobîn Veledbeygî, ji malbata 10 saniye qeyda dengê xwe şand. Veledbeygî, di qeydê de got ku rewşa wan baş e û li bendê ne ku heta çend rojan bên berdan.    Beriya 3 mehan 9 penaberên kurd ji bajarê Pave yê parêzgeha Kirmanşahê ya rojhilatê Kurdistanê bi rêyên qanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn. Di 22'ê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçakirin û piştre derbarê wan de biryara dersînorkirinê hatibû dayîn. Piştre derketibû holê ku radestî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (MSO) hatine kirin. Derbarê aqûbeta her neh penaberan de agahiyeke nû hat bidestxistin.      Mobîn Veledbeygî ku ji van penaberan e, duh bi şev bi telefonê ji malbata xwe re 10 saniye qeyda dengê xwe şand. Veledbeygî, di qeyda xwe de dibêje ku rewşa wan baş e û li bendê ne di nav çend rojan de bên berdan. Lê agahî neda ku li li kuderê tên girtin.   Malbatên penaberên kurd ku serî li Wezareta Karên Derve ya Îranê dane û ji gelek rêxistinên navneteweyî alîkarî dixwazin, bi wêneyên zarokên xwe li ber Wezareta Karên Derve ya Îranê abnga alîkariyê dikin.    Navên penaberan wiha ne: Mobîn Veledbeygî, Mesûd Hayderî, Demavend Pak Sereşt, Afşar Rustemî, Bahmen Şadravan, Hîdayet Ruxzadî, Saîd Ahmedî, Fardîn Dervîşpûr û navê kesekî jî nayê zanîn.