Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin 2021-09-25 14:28:56   DERSIM - ÎHD'ê, derbarê kesên ku sîxurtiyê li Sefgan Kazan ferz kiribûn gilî kir   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dersimê, derbarê Sefqan Kazan ku ji bo şewata daristanan li esnafan geriyabû û wan agahdar kiribû û ji ber vê yekê sîxurtî lê hatibû ferzkirin de daxuyanî da. Rêveberê ÎHD'ê Agît Aral, Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Îbrahîm Kasûn û Serokê Partiya Kedê yê Dersimê Ergîn Tekîn û Sefgan Kazan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Rêveberê ÎHD'ê Aral axivî û diyar kir ku di demên dawîn de li Dersimê mirov bi ferzkirina sîxurtiyê re rû bi rû dimînin û ev tacîz li kuçeyê heta tacîzê jî diçin.    Sefgan Kazan jî da zanîn ku di 16'ê cotmehê de bi nimreya 0538 883 99 78 hin kes li geriyane û wî vexwendine Miduriyeta Polisan a Dersimê û got ku dema çûye miduriyetê 2 polisan wî li wesayîta bi pîleqaya 62 AE 781 siwar kirine û birine devera Çemê Kûttû yê Geliyê Pîlemûriyeyê.    POLIS: TU YÊ BÊYÎ ÇAY VEXWARINÊ?   Kazan, destnîşan kir ku polisan navê çend kesan jê pirsiye û wî ji polisan re gotiye ew wan kesan nas nake û wiha axivî: "Ji min pirsîn ku ez endamê partiyan im an na. Min ji wan re got ku ne endamê tu partiyê me. Piştre sîxurtiyê li min ferz kirin lê min red kir. Dema ku min red kir ji min got, 'Ez ji sedî 80 mirovê li hemberî xwe çareser dikim û min perwerdeya derûniyê dîtiye'. Piştre ji min re got, 'Careke din te vexwînim çayê tu yê bêyî?'  û gotin em ê li te bigerin. Piştre min dîsa birin Miduriyeta Polisan a Dersimê û berdan."   ÎHD'ê ragihandin ku wê derbarê kesên ku sîxurtiyê li Kazan ferz kirin de gilî bike.