Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn 2021-09-25 14:43:17 AMED /ÊLIH - Xizmên windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên li Amed û Êlihê, di çalakiyên heftana yên li dar xistin de, pirsa aqûbeta Mehmetcan Ayşin, Alî Işik, DÎlek Serîn, Duzalî Serîn, Elîf Işik, Gulîzar Serîn, Hatûn Işik, Hidir Işik û Yeter Işik ên di bin çavan de hatin windakirin kirin.    Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 659'emîn a "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û çîroka Mehmetcan Ayşîn ê di 5’ê Gulana 1994’an de, di operasyona eskerî de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim çîroka Ayşîn xwend.    Yildirim, diyar kir ku eskerên ji Tugaya Bolû ji bo operasyonê hatin gundê Kiliçli, hemû zilamên gund binçav kirin û wiha axivî: “Ji bilî Mehmetcan Ayşin, hemû kesên hatibûn binçavkirin, heftiyek şûnde hatin berdan. Malbatê li ser vê yekê serî li DGM’ê da. Lê daxwaznameya wan paşve hat dayîn. Malbatê dûre serî li Walîtiaya OHAL’ê da. Fermandariya Asayîşê ya Lîcê, agahî da malbatê ku di wê dîrokê de tu operasyon lidarnexistiye û kesên nafên wan derbas dibin nehatine binçav kirin. Malbat serî li gelek sazî û dezgehên pêwendîdar dide, lê tu encamê bi dest naxwe. Bi vî awayî ji 05’ê Gulana 1994’an ve bi tu awayî agahî ji Mehmetcan Ayşîn nayê girtin.”    Piştî axaftinê, dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin. Xizmên windayan, çalakiya xwe dûre bi lêxistina çepikan bi dawî kir.    ÊLIH    Li Êlihê jî, xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê, bi heman armancê, di heftiya 496’emîn de, li avahiya komeleyê kom bûn. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên winda hilgirtin. Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û xwest qetilkirina Alî Işik, Dîlek Serîn, Duzalî Serîn, Elîf Işik, Gulîzar Serîn, Hatûn Işik, Hidir Işik û Yeter Işik ên di 23-24’ê Îlonê de, li mezra Mîrik a gundê Gokçek a girêdayî navenda Dersimê, di dema operasyonê de ji aliyê eskeran ve hatin kuştin, bê ronîkirin û bersûc bên darizandin.