Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû 2021-09-25 15:33:29   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Hikmet Kara yê 28 salin girtiye û xweset serbest were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 368’emîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê li dar xist.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê parêzer Omer Farûk Yazmaci, di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa tenduristiya Bekir Guven ê ji sedî 98 astengdar ê di 20’ê Îlonê de li Eskîşehîrê hat girtin û girtiyê nexweşê giran Hikmet Kara yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîn e.    ‘DIVÊ CEZAYÊ WÎ BÊ BETALKIRIN’   Yazmaci da zanîn ku Guven 4 roj piştî hat girtin rakirine nexweşxanê û hevjîna wî pê re çûye nexweşxanê. Yazmaci, anî ziman ku di girtîgehê de rîska jiyana Guven dewam dike û divê cezayê wî bê betalkirin.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Yazmaci, derbarê rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran Hikmet Kara yê 28 salin girtiye û li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne jî agahî da. Yazmaci, dest nîşan kir ku Kara 28 salin girtiye û wiha axivî: “Gelek nexweşiyên Kara hene. Heya niha 5 caran mîda wî xwînî bûye û bi tu awayî bi pergalî nehatiye derman kirin. Ligel ku 22 meh cezayê Kara ma ye jî, nayê berdan. Divê Kara ji ber nexweşiyên xwe yên giran cezayê wî bê taloqkirin, di şert û mercên baş de, bê dermankirin.”