‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’ 2021-09-25 15:45:58   ÎZMÎR - Endamên ÎHD’ê yên Îzmîrê, aqûbeta Şeyhmûs Eroglû yê beriya 26 salan ji aliyê esker û cerdevanan ve ji mala xwe hat binçavkirin û pişt re hat windakirin, pirsîn.    Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar dixin de vê hefteyê aqûbeta Şeyhmûs Eroglû (65) yê di 21’ê Îlona 1995’an de li mala xwe ya Êlihê hatibû binçavkirin û pişt re tu agahî jê nehatibû girtin, pirsî.   Endamên ÎHD’ê, ji bo Eroglû li pêş Sumerbanka kevn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in faîl li ku ne” û “Winda wijdana te ne lê xwedî derkeve” hatin hilgirtin. Çîroka windakirina Eroglû Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Zafer Încîn parve kir. Încîn, diyar kir ku Eroglû yê bavê 7 zarokan bi ser gundê Batê yê girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê ye û bi lêv kir ku her tim bi ser gundê Eroglû hatiye girtin û cerdevanî li Eroglû hatiye ferzkirin.    NE SERDEGIRTIN NE JÎ BINÇAVKIRIN NEHAT QEBÛLKIRIN   Încîn, da zanîn ku ji ber yek ji van serdegirtinên gund, piştî Eroglû tê berdan malbata wî mecbûr dimîne ji gund derkeve û pêvajoya pişt re wiha vegot: “Eroglû, bi malbata xwe ve barkirin çûn Êlihê. Çend salan li vir jiya. Di 21’ê Îlona 1995’an de esker û cerdevan nîva şevê bi ser mala wî de digirin û binçav dikin û dibin Mêrdînê. Hemû hewldanên malbatê yên piştî bûyerê ku agahiyekê jê bigirin bêencam man. Rayedaran ne serdegirtina malê  ne jî binçavkirina wî qebûl kirin.”   BEYANÊN ŞAHIDAN   Încîn, anî ziman ku têkildarî binçavkirina Eroglû şahid hene û wiha berdewam kir: “Hin şahidan gotin ku Eroglû di bin çavan de hatiye ragirtin, îşkenceyên giran lê hatine kirin û pişt re hatiye berdan. Dîsa li gorî îfadeyên hin şahidan roja ku tê gotin hatiye berdan di wesayîteke ku aydê tîmên taybet de ye hatiye dîtin. Ji roja hat binçavkirin ve êdî tu agahî ji Şeyhmûs Eroglû nehatin girtin.”   Încîn, diyar kir ku heta faîlên Eroglû yê 26 sal in windaye û winda yên din neyên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.