Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye 2021-09-25 15:46:24 WAN - Li navçeya Tûşbayê ji ber barana zêde lehî rabû û ji ber kêmasiyên binesaziyê xesar gihîşt navçeyê. Welatiyên ku mal û dikanên wan di bin avê de man, diyar kirin ku her sal heman pirsgirêkê dijîn.    Li navçeya Tûşbayê ya Wanê, dûh bi şev heta saetên serê sibehê baran bariya û bû sedema lehiyê. li taxên Duzyol, Seyrantepe, Altintepe û Abdûrrahman Gazî gelek mal û dikan di bin avê de man. Hat diyarkirin ku li taxên pirgirêka binesaziyê hene, şaredarî û AFAD'ê dereng mudaxale kirine.    HER SAL HEMAN PIRSGIRÊK   Ji navçeyê Orhan Dalgin, diyar kir ku her sal bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimînin û wiha got: "Ji ber kêmasiyên binesaziyê lehî radibe. Her sal payîz û biharê em ev zehmetî dikişînin. Qenala çûna avê ya ku divê 6 metre be 2 metre ye. Pirsgirêkê herî mezin ev e. Li tu devera taxê binesazî tune ye. Rayedar bi salan e çareserî ji vê re nabînin. Ji duh êvarê ve me li kuçeyan e. Bi şev lehî rabû, em li şaredariyê û AFAD'ê geriyan lê serê sibehê hatin. Me heriya di malên xwe de derxist."   ERZAQ DI NAV AVÊ DE MAN E   Welatî Meryem Balda jî destnîşan kir ku erzaqên ku ji bo zivistanê hilandiye di bin avê de man e û wiha got: "Birinc, şekir, rûn û xwurekên ku me danîbûn jêrzemînê di nav avê de man. Ji neçarî me hemû amûrên xwe avêt ser sergo. Beriya niha jî li taxê lehî rabûbû û em bi heman rewşê re rû bi rû man. Em dixwazin ku xesarên me bibersivînin."   DÎWARÊ MALÊ HILWEŞIYA   Melîha Boger ku heriya ketiya hewşa mala wê paqij dike jî da zanîn ku ji ber lehiyê diwarên mala wê hilweşiyane û heta serê sibehê prîketan berhev kiriye û ev tişt anîn ziman: "Beriya niha jî em bi heman pirsgirêkê re rû bi rû man. Ji ber pirsgirêka binesaziyê heye malê me di bin avê de man. Xesar gihîşt amûrên me. Divê xesarên me bên bersivandin."   ODEYEK JÎ SAXLEM NEMA YE   Gûrbet Akçi jî bi lêv kir ku saet di 01.00'ê şevê de lehî bi ser wan de hatiye û di nav avê de mane û hemû amûrên mala wê xesar dîtine û wiha got: "Em nikarin van amûrên xwe temam bikin. Di nav malê de tiştek nemaye. Hemû di bin avê de man. Odeyek ku em lê bimînin jî nemaye. Em alîkariyê dixwazin."