Şewata li Gabarê bi xwe vemirî 2021-09-25 16:19:20   ŞIRNEX - Şewata ku berî 10 rojan li Çiyayê Gabarê derketibû, bi xwe vemirî.   Operasyona leşkerî ya ku berî 10 rojan  li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê,  Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome. Li gel destpêkirina operasyonê li herêmê şewat derketibû û heta li  derdora gundê Bûnisra ya li herêma Gabarê,  Çiyayê Bizina û  derdora  gundê Derşêw  belav bibû. Şewata ku bi hinceta herêmên ewlehiyêne nedihat vemirandin, xwe bi xwe vemirî.