Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin 2021-09-26 15:12:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeah Feşfuye ya Tahranê, ciwanê Kurd Emîr Hisên Hatemî, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.    Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di 22'ê Îlonê de, li Girtîgeha Feşfuye ya Tehranê, ciwanê 23 salî Emîr Hisên Hatemî yê ji herêma Sîrwanê ya bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi êşkenceyê hat qetilkirin. Xizmên ciwanê Kurd, li ber Girtîgeha Feşfuyeyê kom bûn û ji rayedarên rejîmê xwestin ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.   JI BO CEZAYÊ PERE BINÇAV DIKIN   Yek ji xizmên Emîr Hisên li ser mijarê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Emîr Hisên beriya 10 rojan ji bo wergirtina wesayita bavê xwe çûye navendeke polîsan a li Tehranê, lê belê ji ber cezayê ku di dosyayeke berê de pere lê hatibû birîn, hate girtin û ew şandin Girtîgeha Feşfuyeyê.   'ÎŞKENCE LÊ KIRIN'   Hate ragihandin ku Emîr Hisên herî dawî 21'ê Îlonê bi rêya telefonê bi avê xwe re axivî û jê re got ku li girtîgehê êşkenceyeke giran lê hatiye kirin û wê wî bibin nexweşxaneyê.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku malbat piştre çûye nexweşxaneyê ji bo Emîr Hisên bibîne, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayin û piştî rojekê jî agahiya mirina Emîr Hisên dane wan.   Malbata Emîr Hisên piştî ku li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiya, cenaze teslîmî wan kirin û ji bo veşartinê cenaze birin gundê Lerênî yê Sîrwanê.