Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere… 2021-09-27 09:00:39 AMED - Li pey Ceylan Onkol wêneyek bi fanorî zer ma û ew awirên çavên wê ku gelek tiştan dibêje di bîra her kesî de ye. Salvegera kuştina Ceylanê ye. Dayika wê Salîha Onkol got heta ew bimire wê keça xwe ji bîra neke û heta kujer werin darizandin dê têbikoşe.  Li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve di 28’ê îlona 2009’an de Ceylan Onkol a 12 salî dema pezê xwe diçêrand, bi guleya havanê ya leşkeriyê hat kuştin. Di ser kuştina Ceylanê re 12 sal derbas bûn lê belê hêj kujerek jî nehatiye darizandin.    Bedena wê Ceylana biçûk şeş saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin û hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kir. Lê belê raporên derbarê kuştina Ceylanê de ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatin amadekirin û îdia kirin ku Ceylanê bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbatê neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire.      SERÎ LI DMME’YÊ DAN    Piştî salekê yanî di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji ber ku biryara veşartinê ji ser dosyeyê were rakirin, hemû daxwazên wan dihatin redkirin û li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo lêpirsîn bi bandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek ango sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin. DMME 5 sal şûn ve di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bi bandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyeyê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist.    PÊVAJOYA TEZMÎNATÊ    Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyarttiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza 100 hezar lîre madî û 150 hezar lîre jî tazmînatê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Li ser vê dijderketinê dadgehê biryara bi giştî 283 hezar lîre ya madî û manevî ji bo malbatê were dayîn da.    AWIRÊN CEYLANÊ LI KUJERAN DIGERE     Her çiqas 12 sal di ser bûyerê de derbas bû jî heta niha hêj yek faîl jî nehatiye darizandin. Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û Ceylanê bû babeta stran û wêneyan û pêşengehan. Her çiqas ji Meclîsê hat xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin lê bes hemû daxwaz bêbersiv man. Wextê ku Ceylanê 7 salî bûye li dibistana seretayî wêneyek wê ku ew bi tenê ye heye û ew wêne ji bîra kesî naçe. Nêrîn ango awirên Ceylanê bi wî faroniyê wê yê zer dilê bi milyonan însan êşand. Ew wêneyê karxezalî 12 sal in di bîra her kesî de ye û ew awirên wê li bende ye ku kujer werin darizandin.    HER NÊZÎ WÊ DIBE    Em ji bo salvegera kuştina Ceylanê bi dayika wê Salîha Onkol re axivîn. Onkol destnîşan kir ku wê kuştina hovaneyî kêliyek jî ji bîra wê neçûye û naçe û êşa xwe raber dike. Tevî ewqas êşê jî sekna Salîhayê jî bala mirov dikişîne û wê dasa ku dewletê xwe pê Ceylanê neheq derxe jî hêj veşartiye.  Onkol got tawanbarkirina keça wê qet û qet nayê qebûlkirin. Onkol diyar kir ku her dema ku ew diçe cihê Ceylan lê hatiye kuştin, keça wê tê bîra wê, keça xwe li ber çavê xwe dibîne û wek ku nêzî wê dibe.    NEHIŞTIN KU CEYLANÊ MEZIN BIBE    Onkol anî ziman ku keça wê yek pir jîr bûye û nehiştin keça wê mezin bibe û dema ez îro li hevalê wê dinêrim mezin bûne gelek xemgîn dibim. Onkol behsa roja bûyerê kir û roja ewil a dibistanê bûye û bi dengê teqînê re ber bi cihê bûyerê ve çûye û rastî parçeyên bedenê keça xwe hatiye û parçeyên wê di pêşa xwe de berhev kiriye. Onkol da zanîn ku parçeyên bedena keça wê şeş saetan li cihê bûyerê maye û heta ku dozger hat cihê bûyerê parçeyên canê Ceylanê li erdê man.   DOZGER GOTIYE KÎ KEÇA WE KUŞT    Onkol bertek nîşanî nedarizandina kujeran da û da zanîn ku wexta ku çûye îfade bide dozger jî dozger tenê pirsa “kî keça te kuşt” jê kiriye û wê jê re gotiye ‘hûn baştir dizanin’. Onkol diyar kir ku dozger xwestiye bûyerê ji stûyê leşkeriyê derxe û lê wê gotiye ku keça wê piştî teqînê hatiye kuştin. Onkol got xwedê heqê wê û keça wê ji wan re nehêle.    EW NAXWAZIN ÊDÎ ZAROK WERIN KUŞTIN    Onkol destnîşan kir ku zarokên kurdan ên wek Ceylanê gelek hatin kuştin û ew dixwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin, êdî bes zarokên kurdan werin kuştin û aştiyek mayînde pêk were û naxwazin tu zarokên din werin kuştin.     KÊLIKA GORA KEÇA XWE MAÇ DIKE    Dayika Ceylanê, Salîhayê me bir ser gora keça xwe û ewil çû kêlika gora keça xwe maç kir û xwest êşa xwe kêm bike. Salîha Onkol li ser gorê destnîşan kir ku ji bo kujerên keça wê werin darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bike.    WÊNE, DAS Û ÇÊLEK LI PEY WÊ MA…    Malbata Ceylanê li ser xatirê bîranîna Ceylanê wê çêleka ku wê jê hez kiriye nefirotine. Dayika wê Salîha got: “Keça min pir ji sewalan hez dikir. Ji wê çêleka me jî pir hez dikir. Ew çêlek mezin bû, em jê re dibêjin çêleka Ceylan. Ji bo bîranîna wê em nafiroşin. Piştî Ceylanê wêneyek wê, dasa wê û çêleka wê ji me re ma.”    ‘BÊHIQÛQIYEK GIRAN DIQEWIME’    Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn jî behsa doz û pêvajoya hiqûqî ya Ceylan Onkol kir. Zeytûn destnîşan kir ku di doza Ceylanê de bêhiqûqiyek mezin û giran qewimî û hêj diqewime û daraz dixwaze bûyerê krîmînalîze bike. Zeytûn anî ziman ku li şûna ku dadgeh kujeran bibîne û bidarizîne lê qisûrê di malbatê de dibîne û daraz dosyeya Ceylanê bi demboriyê re rûbirû hiştiye. Zeytûn got ew ê her daxwaza edaletê ji bo malbatê bikin û li cem têkoşîna hiqûqî ya malbatê cih bigirin.    MA / Eylem Akdag - Mehmet Erol