Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê 2021-09-27 09:00:45 AMED - Mehmet Şah Tekîner ê ku manşeta “Dîktator Erdogan” a rojnameya Bîld a Elman parve kir bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” salek û sê meh cezayê hefsê lê hat birîn.  Rojnameya Bild a Elman ku xwedî herî tiraja zêde ye di 5’ê mijdara 2016’an de manşeta “Dîktator Erdogan” nivîsandibû. Malpera Dîkenê nûçeya vê manşeta Bildê kiribû nûçe. Mehmet Şah Tekîner (62) li ser hesabê xwe medya sanal vê nûçeyê belav kiribû. Bi îdiaya ku Tekîner “heqaret li Serokkomar kiriye” hat cezakirin.    Tekîner her çiqas îfade da jî lê darazê guh neda îfadeyên wî. Tekîner li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat darizandin. Dadgehê bi heman îdiayê salek û 3 meh û 16 roj cezayê hefsê li Tekîner birî.    Parêzerê Tekîner, Resûl Tamûr li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Herêmî da û îtîrazî biryarê kir.